Hemû gundî li ser kaniyekê ne

AGIRÎ - Li gundê Şîrînbulakê yê navçeya Avkevirê, hemû welatî ji ser kaniyekê pêdiviya avê temîn dikin. Welatiyên gund diyar kirin ku 2 salin heman pirsgirêkê dijîn.

Li gundê Şirinbulakê yê navçeya Avkevirê ya Agirî welatî hemû ji ser kaniyekê pêdiviyên avê temîn dikin. Ji ber av tune hemû welatî 2 salin li ser kaniyekê ava xwe temin dikin. Ji ber ku li gund tenê kaniyek avê diherike, welatî hemû pêdiviyên ava vexwarin, şuştinê li vir temîn dikin. Ji ber hemû gundî li ser kaniyekê he ava kaniyê her ku diçe kêm dibe û têra welatiyan nake.

Welatî Ayşe Tekgul, anî ziman ku hemû pêdiviyên avê ji vê kaniyê temîn dikin û her ku diçe ava kaniyê kêm dibe. Tekgul, destnîşan kir ku bi salan e hemû gundî li ser vê kaniyê ne û bi satilan avê dikişînin malê. Welatî Kudret Taşdemir jî anî ziman ku car caran bi xêra cîranan bi motorê avê ji kaniyê dikişînin. Taşdemir, destnişan kir ku pîr e û ger zarokên wê tune be kesî wê yên biçin avê bînin tune ye.

Pira 70 salî Bahar Polat jî anî ziman bi halê xwe yê pîr nikare biçe avê bîne û pir zor û zahmetiyan dijî. Polat, anî ziman ku ereboka wê ya destan heye u hemû pêdiviyên xwe yên avê bi vê erebokê temîn dike.