Qaymeqam û Şirketa Etî Bakirê dest danîne ser erdê gundiyan

MÊRDÎN - Ji sala 2012'an ve Şirketa Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîngê, li ser axa gundê Şemika karê madenê dimeşîne. Her çendî welatî ji vê rewşê ne razî ne jî şirket dest ji axa welatiyan bernade. Keyayê gund diyar kir ku wan çend caran ekîbên Tapû Kadastroyê jî anîne herêmê û wiha axivî: “Ez bang li berpirsyarên dewletê û Tapû Kadastroyê dikim ku bila werin bi awayek hiqûqî parselên gund ji nûve diyar bikin.”

Li gundê Şemikan a navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, ji sala 1974'an heta 1994 û 96'an Şirketa Etî Bankê xebatên fosfatê li kirin, niha jî Şirketa Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîng xebatê lê dimeşîne û ji sala 2012’an vir ve li herêmê madenê derdixe. Di sala 1978’an de Miduryeta Tapû Kadastroyê ji bo diyarkirina parselên erdê gund hatin herêmê. Ji bo diyarkirina sinorê sê gudan ku Şemikan jî di nav de, şer derket û kesekî jiyana xwe ji dest da. Ji ber şer ekîbên Tapû Kadastroyê ji gund revîn û parselên gund nehatin diyarkirin. Ekîbên Tapû Kadastroyê li gel fabrîqaya Etî Bankê disekinin û li gorî xwestekên wan sinoran diyar dikin. Lê ev yek ji gundiyan re nayê gotin. Hem tapûyên gundiyan hene, hem jî erd difroşin şirketê. Ekîb û endamên Tapû Kadastoyê bang li keyayê gundan dikin û hin belgeyan bi wan didin îmzekirin û ji wan re dibêjin ku “me kar û barên tapûyan hel kir”. Gunî piştî salan pê dihesin ku nîvê gund bê tapû ye û pê dihisin ku ji 3’yan yekê erdê gund bê tapû ye, Şirketa Etî Bakirê jî ji vê rewşê sûd girt û xwest tevahiya gund bixe bin destê xwe. Şirketê ji bo cihên bi tapû serê donimê 4 hezar TL pêşniyarê gel kir. Li gorî agahiyên gundiyan, rayedarên şirketê ji gundiyan re gotine ku “eger were karê we bifiroşin, eger neyê karê we em ne muhatabê we ne”. Keyayê gund Mehmet Hadî Araç bang li saziyên dewletê û Tapû Kadastroyê kir ku werin gund û ji nûve parselan diyar bikin.

‘ME JI DEWLETÊ KIRÊ KIRIYE’

Araç destnîşan kir ku dema Etî Bakirê di 2012’an de dest bi xebatê kir, ji wan re gotiye ku “Em we mexdur nakin” lê îro jî ji wan re dibêjin “em ne muxatabê we ne, muxatabê we dewlet e” û wiha axivî: “Niha şirket dixwaze li ser erdê me yê bi tapû û bê tabû xebatê bike. Me bi salan bi tapûyên di destê xwe de bawer kir û li gund man. Zarokên me zewicîn, me ji wan re mal çêkirin, eraziyê xwe çandin. Em niha muxataban nabînin.”

GEL KED Û XWÎN DAYE

Araç da zanîn ku gundê wan xwedî dîrokek 400 salî ye, di salên 90’î de li gel hemû zextên dewletê jî gundiyan malên xwe terk nekirine û wiha pê de çû: “Ev axa me ye, me can, xwîn û ked daye axa xwe. An dê wekî Sûriyeyê gundê me bi tang û topan birûxînin, an jî dê mafê me bidin. Di sala 1993’yan de jî dema gund dihatin valekirin, gelê herêmê malên xwe terk nekirin. Dibe ku hin malan gundê xwe terk kiribe, lê dîsa di 95’an de vegeriyan gund.”

QAYMEKAM: TE SÛÇ KIRIYE

Araç destnîşan kir ku di meha Gulanê de civînek bi qayeqam û rayedarên şirketê re pêk anîne û di vê der barê de jî ev tişt got: “Dema min pirsgirêk qeaymeqam re vegot, ji min re got ‘tu pir diaxivî’. Min got ku tû amîrê min î, tu dizanin ez berpirsyariya bi sedan kesî me. Ez ê çi bêjim van gundiyan? Ez ê wan bi kuda bibim?”

Araç axaftinên qaymeqam ên wekî “muhur, xezîne, daristan, mizgeft û dibistan hemû yên dewletê ne. Te heta niha li wir xanî çêkirine te sûç kiriye.” jî bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Min jî got ku gundî bi ku ve biçin, divê dewlet piştgiriyê bide gundiya."