NAVENDA NUÇEYAN - Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku çirûska wê di sala 2012’an de li bajarê Kobanê vêket, di 5 salan de di qada leşkerî û siyasî de serkeftinên mezin bi xwe re anî. Şoreş, gav bi gav ber bi pergaleke demokratîk ve pêş de diçe.
Di 5 salên Şoreşa Rojava de gelê Rojava herêmên xwe parastin û nehiştin wekî herêmên din ên Sûriyeyê bê wêrankirin. Rojavayê Kurdistanê bi mozayîka xwe ya civakî û olî cîwaz e, hemû pêkhateyên wekî kurd, ereb, asûr, sûryan, kildan, çeçen û turkmen bi rengên xwe beşdarî xebatên şoreşa 19’ê Tîrmehê bûn. Pêkhateyan bi hev re pergaleke herî guncav ji bo civaka demokratîk ava kirin û çareseriya hemû pirsgirêkên ji pergalên sermiyadar û dewleta netewperest tên çareser kirin.
Di encama zilm û zordariya hêzên desthilatdar ên li ser gelên herêmê ku serweriya xwe li ser hemû aliyên jiyanê dikirin, şoreşa gelan bi “Bihara gelan” hat naskirin, di destpêka sala 2011’an de, vê tevgerê dest pê kir. Şoreşa gelan li Tûnisê dest pê kir, piştre derbasî Lîbiya û Misrê bû. Li Sûriyeyê jî ji ber ku Rêjîma Baasê ji sala 1963’yan de desthilatdariyê dike, ev tevgera şoreşgerî bandoreke mezin ser van dewletan û li gelê Sûriyeyê jî kir û para Rojavayê Kurdistanê jî têde mezin bûn.
Ji ber siyasetên nijadperest ên wekî Kembera Ereb, siyaseta koçberiyê, hevpeymana Edeneyê ya di 1998’an ku li dijî gelê kurd dida meşandin û di navbera Rêjîma Baasê û hikumeta Tirkiyeyê de û komkujiya 12’ê Adara 2004’an, ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ku di 15’ê Adara 2011’an de dest pê kir, gelê kurd rabû ser piyan û banga hilweşandina Rêjîma Baasê kirin.
Berxwedana gelên li Rojavayê Kurdistanê li dijî siyaset û projeyên nijadperest rawestiya û mafê xwe parastin. Her wiha ji ber ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demeke dirêj li Rojava derbas kir, fikrên wî bandoreke mezin li ser gelên Rojava karibû, rastiya şoreşê ji pêkhateyên din bêtir nas bikin û bi lîstokên hêzên herêmî û hundirîn neyên xapandin. Gelê Rojava ji destpêka şoreşê ve dest bi avakirina saziyên xwe kir û dûrî Rêjîma Baasê û hêzên opozîsyonê ku bi hêzên derve ve girêdayî bûn, xwe bi rêve bir û xeta 3'yemîn di siyaseta xwe de esas girt û wekî rêveberî jî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) pejirand. TEV-DEM’ê jî bi rêya civîn, avakirina saziyên cuda û balkişandina ser rola jinan û ciwanan a di şoreşê de, dest bi pêşxistina hişmendiya gel kir.
Bi vê yekê gelê kurd li Rojava di gava destpêkê de gelek gundewarên xwe ji Rêjîma Baasê rizgar kir. Di gava 2'yemîn de jî gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê rizgar kir û rixmê hemû kêmasî û bêderfetiyê jî navendên ximetê bi rêve bir. Li rex van xebatan û ji destpêka şoreşê ve Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li seranserê Rojavayê Kurdistanê bi awayekî veşarî hat avakirin.
ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ ÇAWA DEST PÊ KIR Û ÇIMA KOBANE?
Piştî ku gelê kurd navendên xizmetê yên bajarên Rojava bi dest xist, geşedanên şoreşa Sûriyeyê hatin guhertin û dest bi leşkeriya şoreşê hat kirin. Her wiha destwerdana hêzên derve ji Sûriyeyê re zêde bû û komên çekdar di bin navên cuda de derketin hole û pêşketinên lezgîn rûdidan.
Di 18’ê Tîrmeha 2012’an de guhertineke girîng di Sûriyeyê de çêbû. Gelek fermadarên Rêjîma Baasê ku navenda aloziya Sûriyeyê bi rêve dibirin, hatin kuştin. Bi vê bûyerê re gelek alîgirên Rêjîma Baasê guman kirin ku rêjîmê dê di çend rojan de hilweşe. Li aliyê din çekdarên opozîsyonê êrîşên xwe li gelek gundewaran zêde kirin. Di şeva 18’ê Tîrmeha 2012’an de çekdarên opozîsyonê bajarên Cerablûs û Minbicê yên li rex bajarê Kobanê ji Rêjîma Baasê rizgar kirin. Vê yekê hişt ku YPG têkeve nava liv û tevgerê û ji bo bajarê Kobanê biparêze di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bajarê Kobanê ji Rêjîma Baasê rizgar kir û bi vê yekê agirê şoreşê li seranserê Rojavayê Kurdistanê belav bû. Di 21’ê heman mehê de piştî pevçûnên di navbera hêzên Rêjîmê û şervanên YPG’ê de, bajarê Dêrikê û gundewarê wê hatin rizgarkirin. Piştre jî bajarê Efrînê, navçeyên wê û bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê jî ji destên rêjîmê hatin rizgarkirin.
Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi awayekî fermî hêza xwe ya leşkerî ragihand û soza parastina hemû pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê da. Ev yek jî di berxwedana demên pêş de hat îspatkirin.
SERKEFTINÊN LEŞKERÎ Û EWLEHÎ
Piştî ku gelê kurd herêmê bajarên xwe ji Rêjîma Baasê rizgar kir, li dijî pilanên dijminên kurd ên wekî Rêjîma Baasê, Tirkiye hin aliyên opozîsyona Sûriyeyê yên nijadperest, şovenîst û qaşo hin aliygirên kurdan ku rêveberiya gel qebûl nakin, destkeftiyên gel reş kirin. Li ser vê yekê herêmên Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên leşkerî hat. YPG’ê ku ji parastina hemû pêkhateyên Rojava berpirsyar bû, li dijî van êrîşan li ber xwe da.
YPG’ê li dijî Rêjîma Baasê û gelek komên çekdar ku bi hişmendiya Rêjîmê tevdigeriyan şer kir. Her wiha li dijî komên ku rasterast bi dewleta tirk ve girêdayî bûn, şer kir. YPG’ê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî li dijî hêzên Rêjîmê, hin aliyên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê û herî dawî li dijî çeteyan li ber xwe da. Li herêma Efrînê jî YPG’ê li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra û hin komên girêdayî wan şer kir.
Li Kantona Kobanê jî hêzên YPG’ê û YPJ’ê bi berxwedaneke dîrokî, pilana tunekirina gelê kurd bi awayekî fîzîkî, çandî, dîrokî û bi taybet di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de ku di 15’ê Îlona 2014’an de bi hemû hovîtiya xwe bi ser bajarê Kobanê ve hat, vala derxist.
Li Kantona Cizîrê jî YPG û YPJ’ê berxwedaneke mezin li dijî komên çete ên wekî DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra dan nîşan. Ev berxwedan bi taybetî li Girkê Legê û Serêkaniyê xwedî taybetiyekê bû.
Di sala 3'yemîn a şoreşê de hêzên YPG û YPJ’ê serkeftinên mezin bi dest xistin. YPG’ê bajarê Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de rizgar kir û piştre di meha Sibatê de bajarokên Til Hemîs û Til Berak, piştre jî çiyayê Kizwanan rizgar kirin. Herî dawî hêzên YPG’ê bajarê Girê Spî û bajarokên Silok û Eyn Îsa ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û hêjî hemleya xwe di rizgarkirina hemû deverên Rojavayê Kurdistanê de berdewam dikin. Li rex berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê li seranserî Rojavayê Kurdistanê akademiyên leşkerî hatin vekirin û bi hezaran şervanên YPG û YPJ’ê perwerde dîtin.
Li rex van serkeftinên leşkerî ku hêzên YPG’ê bi dest xistin, pêwîstî bi avakirina hêzên ewlehiyê yên Rojava hat dîtin. Li ser vê yekê di 24’ê Tîrmeha 2012’an de Hêzên Asayîşê hatin avakirin û bi saya Hêzên Asayîşê aramiya welatiyan hat parastin û rê li pêşiya hovîtiya çeteyan û êrîşên xwekujiyê da giritn. Her wiha akademiyên Hêzên Asayîşê jî hatin vekirin û bi hezaran endamên Asayîşê hatin perwerdekirin. Di destpêka sala 2014’an de jî Polîsên Rojava hatin avakirin û cihê xwe di parastina bazaran û hêsankirina hatin û çûyînê de girtin.
Di destpêka sala 2015’an de jî piştî ku welatiyên Rojava komînên xwe ava kirin, Hêza Parastina Cewherî hatin avakirin û misyona parastina gund û taxên bajaran girtin ser xwe û di demên awarte de alîkariya Hêzên Asayîşê û YPG’ê dike. Li aliyekî din Êla Şemer a ereban hêzeke xwe di bin sîwana hêzên YPG’ê de ku bi navê Hêzên El-Senadîd tê naskirin, ava kir. Her wiha Meclisa Leşkerî ya Sûryaiyan ku ji ciwanên pêkhateyên sûryan, asûr û kildan pêk tên, di bin sîwana hêzên YPG’ê de hat avakirin. Dîsa Hêzên Sutoro yên girêdayî Hêzên Asayîşê jî ava kirin. Pênasekirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û guhertina nêrîna cîhanê ji şoreşa Rojava re, serkeftinên gelê kurd di aliyên leşkerî de bi dest xist û hevdengiya hêzên li herêmê guhert û hişt ku gelek hêzên dijminahiya gelê kurd dikirin, siyaseta xwe li hemberî Rojava biguherin. Di destpêkê de nunerên gelê kurd li ser vexwendineke fermî ji aliyê Wezîrê Karê Derve yê Rûsiyayê Sergey Lavrov ve di Hizêrana 2013’an de li Moskowayê pêk hat. Di dawiya meha Mijdara heman salê de, nûnerên Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê ji bo rewşa Sûriyeyê nîqaş bikin, bi nûnerê navnetewî El-Exzer El-Îbrahîmî re civiyan. Di Tîrmeha 2013’an de Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji aliyê rayedarên Wezareta Karên Karên Derve ya Tirkiyeyê ve hat vexwendin. Di dawiya meha Tebaxê de jî Hevseroka PYD’ê Asye Ebdullah li Enqerayê bi rayedarên tirk re rûnişt.
Hevdîtinên dîplomatîk bi van aliyan re bi sînor nebû û piştî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 21’ê Çileya 2014’an de li Rojava hat avakirin, nûnerên vê rêveberiyê gelek serdan li Ewropa pêk anîn û bi hikumet, partî û kesayetên siyasî yên Ewropayê re civiyan. Her wiha beşdarî gelek konferansan bûn û ji wan konferansan beşdarî konferansa opozîsyona Sûriyeyê ku di destpêka meha Gulana 2015’an de li Qahîrayê hat lidarxistin bû. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di serdanên xwe de tecrûbeya Rêveberiya Xweser pênase kirin, rewşa jiyanî û destkeftiyên ku pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine, ji wan re ragihandin. Di encamê de gelek kesayetên siyasî yên Ewropayê berê xwe dan Rojava û tecrûbeya demokratîk ji nêz ve şopandin. Ji kesên serdana Rojava kirine, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Robert Kouchner, Lord Hamilton û gelek parlamanterên Ewropoayê jî çûn Rojava û rastiya şoreşa gel ji nêz ve şopandin.
Di van serdanan de jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk mijara sereke ya nîqaşan bû û hemû kesên serdana Rojava kirin, li hemberî rêveberiya gel matmayî man û piştgiriya xwe ya bi vê perglê re dan nîşan. Hemû serkeftinên dîplomatîk jî hişt ku Koalîsyona Navnetewî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku serkêşiya wê Amrîka dike, siyaseta xwe ya li hemberî gelê kurd biguhere û bi hêzên YPG’ê re li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dide, hevkariyê bike û dît ku ji bo çeteyên DAIŞ’ê bêne qewirandin ku mertirsiya wan li ser tevahiya cîhanê heye, gelê kurd wekî hevkarê xwe yê stratîjîk dîtin.
HEWLDANÊN AVAKIRINA ABORIYA KOMUNAL
Ji bo şoreşek bi ser bikeve, divê bingeha aboriya gel bilind bike û cudabûna çînî ya aborî di civakê de tune bike. Her wiha girîngiyê bide aboriya komunal û dûrî pergala sermiyadar bisekine. Li ser vê bingehê di 13’ê Tîrmeha 2013’an de Navenda Geşkirina Aboriya Rojava hat avakirin. Vê navendê jî çarçoveya aboriya komunal diyar kir û li ser vê yekê jî gelek koperatîfên çandiniyê û gelek projeyên bi çûk hatin avakirin. Navendê her wiha alîkariya welatiyan û bazirganên piçûk kir û alîkariyên madî da wan. Ji ber ku piraniya herêmên Rojavayê Kurdistanê bi çandiniya xwe tê naskirin, navendê hemû pêdiviyên çandiniyê ji cotkaran re peyda kirin. Navendê hilberîna cotkaran dikire û sotemeniyê bi buhayeke herî erzan ji cotkaran re peyda kir. Navenda Geşkirina Aboriya Rojava her wiha gelek projeyên aboriyê li gorî derfetên xwe vekirin û gelek projeyên razemeniyê ku roleke mezin di peydakirina ceyranê de dileyze, bi rêve birin.
ÇAND Û RONAKBÎRÎ BINGEHA CIVAKA YE
Bi destpêkirina şoreşa re bihara gelan a Saziya Zimanê Kurdî jî dest bi vekirina dibistanên zimanê kurdî geş bû. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re saziyên gavên mezin avêtin û bi hezaran mamosteyên zimanê kurdî amade kir û pergala perwerdeyê di dibistanên Rojava da rûniştandin. Her wiha zimanê kurdî bi fermî derbasî hemû dibistanên Rojava bû û meteryala ku li ser esasê fikra netewperest û şovenîst hatibû amadekirin, ji dibistanan hat derxistin. Saziyê her wiha gelek akademî û peymangehên taybet bi amadekirina mamosteyên zimanê kurdî re vekirin. Di 11’ê Tebaxa 2013’an de yekem akademiya ziman û wêjeya kurdî bi navê Şehîd Ferzat Kemenger li bajarê Efrînê hat vekirin û dest bi perwerdeya zimanê kurdî kir û mamosteyên zimên ji bo dibistanên herêmê amade kir. Saziya Zimanê Kurdî li herêma Efrînê bi hevkariya Yekitiya Mamosteyên Rojava di 28’ê Cotmeha 2013’an de, yekem peymangeha ziman û wêjeya kurdî bi navê Şehîd Viyan Amara vekir.
Di 24’ê Cotmeha 2013’an de Saziya Zimanê Kurdî li bajarê Qamişlooyê jî Akademiya Celadet Bedirxan a ziman, dîrok û wêjeya kurdî vekir. Pişt re jî li bajarê Kobanê jî peymangeha Şehîd Viyan Amara hat vekirin.
Di destpêka 2015’an de jî gelek peymangeh li gorî pergala netewa demokratîk hatin vekirin. Her wiha xebatên di vî alî de heta niha li seranserî Rojava berdewam dikin.
Li aliyekî din gelek saziyên akademîk ên fikrî hatin avakirin. Di 29’ê Adara 2013’an de Saziya Nûrî Dêrsimî ya fikir û ramanê li Kantona Cizîrê hat vekirin, piştre jî navê wê bû Akademiya Zanist û Fikrên Azad. Vê akademiyê gelek şaxên xwe li bajarên kantonê vekirin û di aliyê fikrî û pênasekirina netewa demokratîk de dest bi perwerdeyê kir. Di 4’ê Nîsana 2013’an de li bajarê Qamişloyê şaxa hiqûq û edaleta civakî di Akademiya Mezopotamiyayê ya Zanistên Civakî de hat vekirin. Akademiyê perwerdeyeke xwe bi dawî kir û niha ya 2'yemîn bi rêve dibe. Di 24’ê Sibatê de Navenda Kurdî ya Lêkolînên Stratîjîk li bajarê Qamişloyê hat vekirin û di 20 Mijdarê de jî Rêveberiya Navendê biryar girt ku navê wê biguherin û bikin Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratîjîk.
Her wiha li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê navendên çand û hunerê hatin vekirin û niha wekî kaniyên pênasekirina çand û hunera gelên herêmê û hemû pêkhateyên li Rojava çand û hunera xwe dûrî zextên desthilatdariyê bi pêşve dibin.
RÊXISTINKIRINA CIVAKÊ BINGEHA SERKEFTINA ŞOREŞÊ YE
Ji ber ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê xwe dispêre pergala neteweya demokratîk ku nûnertiya wê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dike, guhertinên mezin di aliyê civakî de çêkir. Ev Rêveberî xurtkirina têkliyên civakî û biratiya gelan ji xwe re esas digire. Li ser vê yekê Meclisa Biratiya Gelan li bajarê Hesekê hat avakirin. Li bajarê Serêkaniyê jî Meclisa Aştiya Navxweyî hat avakirin. Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî Meclisa Hebeş a taxê hat avakirin. Van meclisan roleke mezin girt ser xwe û di warê hewldanên tevliheviya civakê de, berpirsyariyên xwe bi hêjayî anîn cih.
Di 13’ê Adara 2015’an de pêngaveke nû li Rojava û Sûriyeyê hat destpêkirin. Di vê pêngavê de meclisên şaredariyên gel ên li bajarên Kantona Cizîrê hatin hilbijartin. Ji bo çavdêriya kar û xebatên xizmetê û peydakirina pêdiviyên welatiyan, şêniyên Kantona Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe re berê xwe dane sandoqên hilbijartinê û nûnerên xwe bi awayekî azad hilbijartin. Her wiha niha jî amadekariyên hilbijartinên meclisên şaredariyan ên Kantona Efrînê tên kirin.
Pêngava sereke di destpêka 2015’an de bû û li seranserê Rojavayê Kurdistanê welatiyên Rojava dest bi avakirina komînên xwe ku hucreya bingehîn en birêxistinkirina civakê ne, kirin. Di avakirina komunan de hemû pêkhateyên Rojava beşdar bûn. Her wiha ji van komunan jî meclisên gel ên gund û bajarên kantonan hatin avakirin. Van meclisên gel jî dest bi xebatên xwe kirin û welatî li gorî pergala neteweya demokratîk bi rêxistin kirin.
Erdogan Altan- dîhaber