Zor li Suryaniyan tê kirin ku koçber bikin

MÊRDÎN – Yek ji rengê baweriyên Mêrdîn Suryanî, bi gefên koçberkirinê re rû bi rû ne. Suryaniyên ku mal û milkê wan hat desteserkirin, niha jî ji wan tê xwestin ku ji ser axa xwe koç bikin. Suryaniyan diyar kirin ku bi desteserkirina mal û milkê wan gef û şantaja koçkirinê li wan tê kirin. Suryaniyan diyar kirin ku bi awayekî veşarî ji wan tê xwestin ku koç bikin.

Piştî Mêrdîn bû bajarê mezin, Komîsyona Parvekirin û Tesfiyekirina Dewrê, dêr, keşîşxane, goristan û gelek mal û milkê Suryaniyan dewrî Wezareta Karên Diyanetê kir. Piştî Suryaniyan û gelek welatiyên Tirkiye bertek nîşanî vê yekê da, Wezareta Karên Diyanetê mal û milkê aydî Suryaniyan dîsa dewrî malê xazineya dewletê kir. Lê hêj ne diyar e ku mal û milk kengî dewri xwediyê wan bikin an nekin. Suryaniyên Midyata Mêrdîn ji ber vê hewldana dewletê bêzar û bi gazinc in.

Dêrên Mor Afrem â Mor Teodorosê yên Gundê Arkahê, dêra Mor Dimet a gundê Ahbo, Dêra Mor Loozor ya gundê Mercimekê yên Navçeya Midyatê, Dêra Mor Gogo ya gundê Gunyurdu, Dêra Mor Melke, Mor Aho û Mor Yakup yên Nisêbînê ji aliyê dewletê ve hatin desteserkirin.

‘HEQARETÊ LI GELÊ SURYANÎ DIKIN

Telkarîvan Sami Akyol ku li Mîdyatê dijî, diyar kir ku milkê suryaniyan ku 1700-1800 salin aydî suryaniyan e, bi biryarek wisa mal û milkê suryaniyan ji destê wan tê derxistin. Akyol, anî ziman ku bi desteserkirina mal û milkê wan, neheqî li gelê suryanî te kirin û wiha got "Ger ku mirov bixwaze hezkirin û rêzdariyê bibînin divê hêzdariyê bidin yên hemberî xwe jî.

DÊ DÊRAN BIKIN MIZGEFT

Akyol, anî ziman ku gelê suryanî di demên borî de jî rastî van biryaran hatin û wiha got: Di salên 1914-1915'an de ermenî, suryanî û rûm rastî komkujiyan hatin. Hem malê wan hat desteserkirin û hem jî hatin qetilkirin. Niha li Cizîr, Sûr û Nisêbînê komkujî kirin. Di sala 1923'an de mal û milkê elewiyan desteser kirin û dewrî diyanetê kirin. Niha em di sedsala 21’an dene. Em dîsa heman pirsgirêkan dubare dijîn. Divê diyanet van mal û milkan raste rast dewrî Suryaniyan bike. Çima mal teslimî xwediyê wan nake. Gelo dê dêrê bikin mizgeft ?"


Arkeologê Suryanî Eylo Eylo, jî diyar kir ku êrîşên li dijî Suryaniyan ne nû ne û wiha got: "Suryanî 100 salin rastî heman zext û zordariyan in. Bi zanebûn dêr û keşîşxaneyên Suryaniyan dagir desteser dikin. Desteserkirina warên îbatedê yên Suryaniyan tecawiza nirxên Suryaniyan e. Dibêjin Mêrdîn warê bawerî, ziman û şaristanan e. Lê dema em tên li vir digerin em tiştekî wisa nabînin. Ger ku mal û milkê Suryaniyan desteser bikin tiştekî aydî Suryaniyan namîne.

ZORÊ LI SURYANIYAN DIKIN KU KOÇ BIKIN

Welatiyê Suryanî Sanharip Kuçukaslan (29) jî diyar kir ku bi desteserkirina mal û milkên Suryaniyan dixwazin Suryanî koç bikin. Kuçukaslan, anî ziman ku li herêma Bagokê gelek gundiyên Suryaniyan heye û her roj bi helîkopterê li ser wan digere û zorê li Suryaniyan dikin ku koç bikin. Bi awayekî veşarî zorê li însanan dikin ku koç bikin. Lê Suryanî li gund û ser axa xwe aram im.

Serokê Yekîtiya Suryaniyên Mêrdînê Yuhanna Ergun jî anî ziman ku ev geşedan wan dixin nava fikaran û wiha got: "Suryanî 6 hezar salin li ser vê axê dijîn. Bi keda xwe şûnwarên xwe ava kirine. Dêr û keşîşxaneyên xwe ava kirine. Bi zagona Bajarê Mezin hemû gund dêr û keşişxaneyên Suryaniyan hat desteserkirin. Dema Şaredarî di destê DBP’ê de bû tu pirsgirêk tune bû. Lê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin hemû mal û milkê suryaniyan hat desteserkirin. Hem gefan li gelê Suryanî dixwin. Hem jî şantaj dikin. Divê em li dijî vê yekê em bêtir dengê xwe bilind bikin. Berê jî mal û milkên mal û milkên me desteser kirin. Ev hişmendiya Îttihat Terakkî ye. Sed sal berê hişmendiya Îttihat Terakkî tune kirin. Dêr û keşîşxaneyên me desteser kirin. Nêzîkatiya li dijî Suryaniyên Iraq, Sûriye û Musûlê û nêzîkatiya li hemberî Sûryaniyên Mêrdîn henan tişt e. Hişmendî yek e. Ger em di hiqûqa Tirkiye de encam nestînin em dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bidin. Em serî li hemberî Îttîhat Terakkî serî natewînin.


Aziz Oruç – dihaber