Nûçegîhanê me 4 roj in di bin çavan de ne

DÎLOK - Nûçegîhanên me Erdogan Alayumat û Nurî Akman bi hincetên wekî "Gumanbar in" li Îslahyeyê hatin binçavkirin, 4 roj in di bin çavan de ne.

Nûçegîhanên me Erdogan Alayumat û Nurî Akman dema li ser sînorê Dîlok û Hatayê nûçe dişopandin, bi hincetên wekî "Gumanbar in" hatin binçavkirin, 4 roj in di bin çavan de ne.

Rojnamegerên ku hatin binçavkirin, li Îslahyeyê teslîmî Şaxa TEM'ê ya Hatayê kirin û ew birin navenda Hatayê. Ajansa Anadolu (AA) û Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) bi sernavên wekî "PKK'iyên ku lêgerîna wan hebûn hatin girtin" nûçeyên xwe serwîs kirin û ev pêkanîna wan a ku rojnameger hedef nîşan dan, ji hêla gelek sendîkayan ve hat şermezarkirin. Hin malperên ku nûçe bi heman şêweyî weşandin, li ser bertekan neçar man nûçeyên xwe paşve kişandin. Parêzerê nûçegîhanên me Suphî zarîf, da zanîn ku an îro, an jî sibê de rojnamegeran derxin dozgeriyê.