RIHA – Li navçeya Sîwêregê di malekî de şewat derket û yek jî 6 mehî 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Li taxa Karacadag a navçeya Siwêrega Rihayê di seatên sibehê de di mala Haci Menek de şewat derket. Şewat, li hemû malê belav bû û 3 zarok mirin. Ji malbata menek zarokê 6 mehî Ahmet, Mistefa yê 2 salî û Bedrî Menek ê 3 salî di xew de jiyana xwe ji dest dan. Dayik û bavê zarokan ku van kêliyan de li axurê êm didan çêlekan, piştî ku bi şewatê hesiyan bang li yekîneyên agirkujê kirin û yekîneyê hat şewat vemirand. Yekîneyê piştî vemirandina şewatê cenazeyê 3 zarokan ji mal derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.