STENBOL - Parêzvanên mafên mirovan ên li Buyukadayê di 5'ê Tîrmehê de hatin binçavkirin, li bendê ye ku îro wan derxin dozgeriyê.
Di 5'ê Tîrmehê de gelek parêzvanêm mafên mirovan li Buyukadaya Stenbolê dema civîn pêk tanîn, di serdagirtinê de hatin binçavkirin. Di nav kesên beşdarî civînê bûn de Dîrektorê Şaxa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûya Navneteweyî Îdîl Eser, 8 parêzvanên heq û 2 perwerdevanên navneteweyî, li emyetê kar û barên wan ên îfadeyê qediya. Hat diyarkirin ku dê 10 kesan îro derxin Edliyeya Stembolê ya li Çaglayanê.
Parêzvanên mafên mirovan ên di binçavan de navê wan wiha ye:
Gunal Kurşun (parêzer, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Îdîl Eser (Şaxa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî), Îlknur Ustun (Koalîsyona Jinan), Nalan Erkem (parêzer, Komeleya Welatiyan), Nejat Taştan (Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Ozlem Dalkiran (Komeleya Welatiyan), Şeyhmus Ozbeklî (Însiyatîfa Heq), Velî Acu (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan) û her du perwerdevanên bi navê Peter Steudtner û Alî Gharavî.