Der barê Rojnameger Erdem û Yilmaz de biryara veşartinê heye

RIHA - Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Zeki Erdem 7 roj û Mehmet Emin Yilmaz jî 5 rojin di bin çavan de tê girtin. Parêzer diyar kir ku ji ber der barê dosyaya wan de biryara veşartinê heye agahî nadin parêzeran.


Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demorasî Zekî Erdem di 11'ê Tîrmehê de dema ji Edeneyê diçû Amedê li Sîweregê di kontrola rê de hat binçavkirin. Erdem, li Salona Sporê ya Lîseya Sabiha Ozlek ya Rihayê ku wekî navenda binçavkirinê ye tê rawestandin. Parêzerên ku xwestin bi Erdem re hevditin bikin hi binceta der barê dosyaya Erdem de biryara veşartinê heye nekaribûn bi Erdem re hevdîtin bikin. Prz. Mîkail Yavuz diyar kir ku bi hinceta OHAL'ê heta wekî parêzerê xwe bang neke nikare biçe hevdîtin bike. Yavuz, anî ziman ku polîs heta 15 rojan dikarin di bin çavan de bihêlin û der barê dosyayê de biryara veşartinê heye. Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya Mehmet Emin Yilmaz jî di 13'ê Tîrmehê de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û hêj di bin çavan de tê girtin.