STENBOL - Ji bi navê Christine Rommel a ji Ukraynayê li Gungurenê hat qetilkirin.
Jina bi navê Christine Rommel a 38 salî ya ji Ukraynayê li kuçeya Sergîlî ya taxa Tozkoparan a Gungurena Stenbolê dima. Rommel di avahiya 5 qatî de di qada 3'yan de rûdinişt, bi kêrê hat kuştin. Hat diyarkirin duh bişev di derengiya şevê de hin kes hatine mala wê, ev kes piştre ji malê veqetiya ne.
Kesên hatin malê, piştî ji malê derketin, ciranên Rommel çûn serdana wê û dîtin ku Rommel hatiye kêrkirin û agahî dan polîsan. Piştî lêkolînan derket holê ku Rommel hatiye kuştin û cenazeyê wê rakirin Sasiya Tiba Edlî ya Yenîbosnayê.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.