Polîsan di serdegirtina malê de welatiyek birîndar kir

COLEMÊRG – Polîsan li Geverê bi ser malbata Fendîk de girt û Necmettîn Fendîk bi çekê ji sînga wî birîndar kir.

Polîsan şevê din, li taxa Gungor a navçeya Gevera Colemêrgê bi ser malbata Fendîk de girt û Necmettîn Fendîk li ber çavên zarokên wî bi çekê birîndar kirin. Polîsan bavê 7 zarokan Fendîk ji sînga wî bi giranî birîndar kir û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hat zanîn ku rewşa Fendîk giran e û talûke ji ser xwe neavêtiye. Malbata Fendik diyar kir ku polîsan saet di 03:00'an de li deriyê wan xist û ligel Necmettîn got “Rawestin derî vedikim” jî polîsan gule reşandin. Malbatê anî ziman ku Fendîk li ber çavên zarokên xwe ket erdê û bi birîndarî 2 saetan li erdê hat hiştin û wiha gotin: "Destûr nedan ku em nêzî wî bibin. Piştî 2 saetan li erde hiştin bang li ambulansê kirin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Xizmên Fendîk ên bûyer bihîstin, di saetên serê sibê de li ber nexweşxaneyê kom bûn.