Li Şirnexê cenazeyê kesekî hat dîtin

ŞIRNEX – Leşkerên û cerdevanên li gundên Mendikereyê derketin operasyonê, cenazê kesekî li çoltarê dîtin.

Leşker û cerdevanên li gundê Mendikere ya Şirnexê derketin operasyonê, li çoltarê cenazeyê kesekî dîtin. Hat gotin ku cenaze aydê kesê bi navê Tayyîp Fîdan e. Li gorî agahiyan Fîdan bi çekê hatiye kuştin û duh bişev ve winda ye.

Cenazeyê Fîdan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, li herêmê operasyon berdewam dike.