REQQA– Li Reqqayê DAIŞ sivîlan weke mertal bi kar tîn e. Di teqîna mayîna DAIŞ’ê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Li Reqqayê operasyonên azadkirinê didom in. Sivîlên Taxa Dîriya-El ku ji DAIŞ’ê direviyan û xwestin derbasî Taxa Teyar bibin, mayîna DAIŞ’ê teqiya. Di encama teqînê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku li Taxa Reqqa ya Kevin bi pêş de diçîn, 25 sivîl ji nava şer rizgar kirin.