Parêzvanên mafên mirovan piştî 13 rojan anîn edliyê

STENBOL - Parêzvanên mafên mirovan ên li Buyukadayê di 5'ê Tîrmehê de hatin binçavkirin, piştî 13 rojan di bin çavan de hatin girtin, derxistin edliyê.

Di 5'ê Tîrmehê de parêzvanêm mafên mirovan ên li Buyukadaya Stenbolê dema civîn pêk anîn di serdagirtinê de hatin binçavkirin. Parazvanen mafên mirovan Gunal Kurşun (parêzer, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Îdîl Eser (Endama Şaxa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî), Îlknur Ustun (endama Koalîsyona Jinan), Nalan Erkem (parêzera Komeleya Welatiyan), Nejat Taştan (enama Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Ozlem Dalkiran (endama Komeleya Welatiyan), Şeyhmus Ozbeklî (Endamê Însiyatîfa Heq), Velî Acu (Endamê Komeleya Rojeva Mafên Mirovan) û du perwerdevanên bi navê Peter Steudtner û Alî Gharavî yên hatin binçavkirin piştî 13 rojan di bin çavan de hatin girtin, derxistin edliyê. Kesan lêpirsina wan bi dawî bû derxistin Edliyeya Stembolê ya li Çaglayanê. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan û gelek kesên din jî j bo dozê bişopînin çûn pêş edliyê.