Meşa li dijî tecawizkaran sûc hat dîtin

ÇEWLÎG - Li navçeya Bongilanê 8 çawûşên pispor tecawizê zarokeke keç kiribû, doza der barê wan de hatibû vekirin, bi tahliyeyê bi dawî bûbû. Li ser vê êrîşê, wekîlên HDP'ê Nursel Aydogan û Îdrîs Baluken meş pêk anîbûn, ji ber meşê der barê wan de doz hatibû vekirin, ji wekîlan re 3 sal ceza tê xwestin.

Li navçeya Bongilanê ya Çewlîgê zaroka 16 salî bi tecawiza 8 leşkeran re rû bi rû mabû, ev êrîşa zayendî bi awayekê sîstematîk berdewam kiribû. Di lêpirsînê de 4 çawûşên pispor hatin girtin û di demeke kurt de hatin tahliyekirin. Di 21'ê Hezîrana 2013'an de saziyên sivîl ên bajêr û rêxistinên jinan li dijî biryara tahliyeyê meş pêk anîbûn û biryar şermezar kiribûn.

Di çalakiyê de li taxa Yenîşehîrê gel kolanên Selahattîn Kaya û Gençê ji trafîkê re girtibûn û dirûşmên "Bita tecawizkar hesab bidin" berz kiribûn. Di meşê de wekîlên HDP'ê Nursel Aydogan û Îdrîs Baluken jî cih girtibû, bi hinceta tev li meşê bûne û bi vê rêyê "Qanûna meş û xwepêşandanan binpêkirine", Serdozgerê Komarê yê Çewlîgê îdianame amade kir. Îdianame ji hêla 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ve hat qebûlkirin. Ji her wekîlekî re ji 18 mehan heta 3 salal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Dê di rojên pêş de darizandina Aydogan û Baluken dest pê bike.