'Muayeneya bi kelepçe binpêkirina mafê tendirûstiyê ye'

ENQERE – Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Şeyhmuz Gokalp diyar kir ku ji gelek girtiyên ku rastî muayeneya bi kelepçê tên, nameyan digirin û wiha got: “Muayeneya bi kelepçeyê rûmeta mirovan û mafê tendirûstiyê tên bin pê kirin.” Gokalp bang li hempişeyên xwe kir ku nekevin nava van nêzîkatiyên ku rûmeta mirov tê şikandin.

Piştî îlana OHAL’ê li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan zêde bûye. Yek ji van binpêkirinan jî, muayeneya bi kelepçe ya li ser girtiyan tê ferz kirin e. Endamê Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) Şeyhmuz Gokalp, der barê mijarê de anî ziman ku girtî û hikûmxar di demên dawî de piranî der barê kelepçeyên girtiyan yên di dema sewq kirinê de, serî li wan didin û wiha got: “Lêferzkirina muayeneya bi kelepçê mafê tendirûstiyê bin pê dike.”

Gokalp dest nîşan kir ku na be ku mirov ji mafê tendirûstiyê bêpar werin hiştin û wiha bi lêv kir: “Di dema sewqên girtiyan de kelepçe wek tedbîr tê bikaranîn. Lê tu tedbîr na be ku rûmeta mirovan bin pê bikin. Pêkûteyeke îşkencê ya zalimane na be ku were bikar anîn. Nexweşekê ku hat nexweşxayên dewlet û zanîngehê, bê yî ku derfeteke taybet hebe, divê ew jî weke nexweşên din rastî heman muameleyan werin. Doktorê ku van pêk neyîne, wê demê mafê wekhev bin pê dike.”

‘DER BARÊ DOKTORAN DE LÊPIRSIN DIKARE BÊ KIRIN’

Gokalp da zanî ku mafê girtiyên nexweş heya ku bi tenê werin muayene kirin û wiha pê de çû: “Astengiya li heberî vê yekê, nezîkatiyên leşkaran ên nexweşan dibin û ji doktoran re dibêjin ‘Ger nexweş bireve sedam wê hun in’ ne. Ji xwe pirsgirêka herî mezin ev e. Gelek doktor bi nêzîkatiya ‘Ez berpirsiyartiyê nagrim ser xwe’ muayeneya bi kelepçe qebûk dikin. Lê doktor dikare ji leşkaran re bêje ‘Hûn dikarin derfetên revê ji holê rabikin’ û nexweş bê kelepçe û bi tenê muayene bike. Der barê vê yeke de gelek name ji girtîgehê tên. Em der barê doktorên ku mafên mirovan bin pê dikin, lêpirsîn didin dest pê kirin.”

‘GIRTIYÊN SIYASÎ RASTÎ VAN BIN PÊ KIRINAN TÊN’

Gokalp diyar kir ku herî zêde girtiyên siyasî û kesên ji ber fikrên xwe tên darizandin rastî ferzkirina muayeneya bi kelepçe tên û wiha bi dawî kir: “Herî zêde di dema OHAL’ê de mafê mirovan tên bin pê kirin. Muayeneya bi kelepçe rûmeta mirovan dişkîne û mafê tendirûstiyê bin pê dike. Ez bang li hempişeyên xwe dikim ku bi hestiyar tevbigerin û nekevin nava van nêzîkatiyên ku rûmeta mirov tên şkandin.”