ÎHD 31 salî ye

ENQERE - Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan bi minasebeta 31’emîn salvegera sazkirina xwe daxuyanî da. ÎHD'ê diyar kir ku komeleya di serdema rewşa rêveberiya awarte de hat avakirin, 31 sal şûnde li dijî OHAL’ê têkoşîna mafên mirovan dide.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi minasebeta 31'emîn salvegera avakirina xwe daxuyaniyek nivîskî weşand. Komeleyê diyar kir ku di nava sazumankariya komeleyê de xizmên girtiyan, nivîskar, akademîsyen, weşanger, parêzer, mimar, endezyar û mamoste hene û wiha got: "Darbeya 12'ê Îlonê xerakirinek mezin li pey xwe hişt. ÎHD tevgera mexdûran e. ÎHD'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Komeleya me di şertên rêveberiya rewşa awarte de hat avakirin, lê niha xebatên xwe di bin siya OHAL'ê de berdewam dike. ÎHD di sala 1986'an de dema ku hêj bandora darbeya 12'ê Îlonê serdest bû hat avakirin. Di serdema 1987'an de li herêma Başûrê Rojhilata û Rojhilat rêveberiya awarte di meriyetê de bû. Rejîma leşkerî serdest bû lê niha rejîma OHAL'ê didome. Komeleya me di bin şertên OHAL'ê de mafên mirovan parastiye û têkoşîna xwe heta îro anîye."

'183 AZADIYA HEMÛ HEQAN DIPARÊZE'

ÎHD'ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: ÎHD'ê yekparebûna gerduniya mafan diparêze. ÎHD bi feraseta "Mafên mirovan ji bo her kesan e. Azadiya mafê medenî, siyasî çandî, aborî û çivakî 183 mafên bingehîn tevan diparêze. Komeleyê 30'yemîn sala xwe bi darbeyê pêşwazî kir û 31'emîn sala xwe bi OHAL'ê berdewam dike. Li Tirkiye di milê mafên mirovan de ji bo êş bi dawî bibe pêdivî bi aştiyê heye û divê aştî pêk bê. Ger ku aştî pêk neyê li Tirkiye êş bi dawî nabin. Şertê sereke yê Demokrasiyê mafê azadiya ramanê ye. Li Tirkiye mafê azadiya ramanê di bin rêveberiya otorîter de ye. Dîsa aşkere ye ku pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe. Îktîdara siyasî di 28'ê Sibata 2015'an de li deklerasyona Dolmabahçe xwedî derneket. Em bang li îktîdara siyasî dikin ku deklerasyona Dolmabahçeyê nas bikin û vîna aştî û demokrasiyê ya di 7'ê Hezîrana 2015'an de derket holê nas bike biparêze. OHAL û KHK rejîma darbeya li dijî darbeyê ye. Divê bi lezgîn dest ji vê rejîmê berdin. Divê neyê ji bîr kirin ku em ji her demê bêtir li pişt hêzên têkoşîna aştî u demokrasiyê didin e. ÎHD, di sala 31'an de jî disa ji bo parastina aştî û demokrasiyê ji her demê bêtir li dijî rejima îktidaran têkoşîn daye. Em îro jî bi heman azîm û biryarê têkoşîna parastina mafên mirovan didomînin."