AMED – Platforma ji Xerakirina Sûrê re Na, bi boneya xerakirina li Sûrê bê rawestandin bi dirûşma “Sûr cîhana me ya hevpar e, bila xerakirin raweste” dest bi kampanya îmzeyan kir.
Platforma ji Xerakirina Sûrê re Na bi boneya xerakirina li Sûrê bê rawestandin bi dirûşma “Sûr cîhana me hevpar e, bila xerakirin raweste” dest bi kampanya îmzeyan kir. Platformê li Şaxa Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Amedê civîna çapemeniyê li darxist. Di civînê de endam û rêveberên Platformê amade bûn.
Ewil Hevberdevkê Platformê Talat Çetînkaya axivî û diyar kir ku foruma li dijî xerakirina Sûrê li Stenbolê li darxistine û dê vê forumê li Amedê jî bidomînin. Çetînkaya destnîşan kir ku têkildarî xerakirina Sûrê bi 16 sefaretxaneyên welatê endamê Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin kirine û ji gelek saziyên Ewropayê re behsa xerakirina Sûrê kirine. Çetînkaya bi boneya HDP, HDK û Komela Hiqûqa Civakî piştgirî daye wan malovaniya wan kir û ji bo Sûrê banga hestiyariyê kir.
‘EM Ê BIBIN DENGÊ GELÊ SÛRÊ’
Piştî Çetînkaya, Hevberdevka Platformê Buşra Cîzrelîogullarî jî daxuyanî xwend û aşkere kir ku ew wek platformê xwestine bibin dengê gelê Sûrê yên ku tên koçberkirin. Cîzrelîogullarî destnîşan kir ku li gel hemû zehmetiyên OHAL’ê xebatên wan ên li dijî xerakirinê didomin û heta xerakirina Sûrê raweste dê li cem gel cih bigirin û bibin dengê şêniyên Sûrê.
‘DIVÊ EM DEMILDEST XERAKIRINÊ RAWESTÎNIN’
Cîzrellîogullarî bal kişand ser xerakirina Sûrê ku didome û wiha got: “Bi boneya hemû sazî û derdorên demokratîk xwedî li qîrîna gelê Sûrê derbikevin divê xwedî derketinê wek erkek li ser milê xwe bibînin. Divê em demildest xwedî li Sûrê derkevin û demek beriya demekî xerakirinê rawestînin.”
KAMPANYA ÎMZEYAN DEST PÊ KIR’
Cîzrellîogullarî anî ziman ku ew ê hemû pêkanînên dijwar ên li ser Şêniyên taxên Alîpaşa û Lalebêy pêk tên dê bixin rojeva hemû cîhanê û ew ji îro pê ve heya mehekî bi dirûşma “Sûr cîhana me ya hevpar e, bila xerakirin raweste” dest bi kampanya îmzeyan dan destpêkirin.
‘DI TURA CIVAKÎ DE JÎ DIKARE BÊ ÎMZE KIRIN’
Cîzrelîoglullarî da zanîn ku îmzeyên bên komkirin ji serokê TBMM’ê dê bişînin û wiha domand: "Kampanya me ya îmzeyan di heman demê de li ser tura civakî jî dê îmzeyan kom bike. Sazî û kesên ku derveyî Amedê dijî û dixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê, dikarin li ser hesaba Twîttirê ya @SurPlatformu xwe bigihînin me.”
Cîzrelîogullarî destnîşan kir ku mafên mirovan ên esasî û hiqûq her roj tê binpêkirin û wiha pê de çû: “Bi bawerî û zanabûna gelên têkoşer ên hevpar em dikarin xerakirinan rawestinîn û baweriya min heye ku em serbikevin. Bi vê têkoşîn û zanebûna hevpar re, ez bang li hemû kesên hestiyar dikim ku piştgirî bidin kompanya me.
‘HEVDÎTINÊN BI UNESCO RE DIDOMIMN’
Cîzrelîogullarî piştî axaftina xwe, pirsen endamên çapemeniyê bersivand. Cîzrelîogullarî wiha bersiva pirsan da: “Di qada navneteweyî de me plansaziyek amade kir. Lê der barê vê yeke de hevdîtinên me bi UNESCO re didomin.”
Cîzrelîogullarî diyar kir ku ew bi hêvîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev pirsgirêk, pirsgirêka hamû Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yê li Tirkiyeyê me ev kampanya da dest pê kirin. Di bingeha vê daxwaza me ya rewa de gel heye. Gel naxwaze ji Sûrê derbikeve. Ji bo mirov ji nû ve malên xwe ava bikin, em hevî dikin ku derfet bên avakirin.”
Civîn bi danasîna broşûran û îmzeyên yekem ji bo kampanyayê hatin avêtin bi dawî bû.