ÎZMÎR – Komeleya Pira Gelan Emanî El-Rahmun a 9 meh ducanî ku li Sakaryayê hat qetilkirin bibîr anî. Komeleyê diyar kir ku hovîtiya zilam mafê jiyanê neda Emanî û zarokên wê û wiha got: “Ji bedana Emanî ya hat qetilkirin, tenê dengên qêrîniya hewara jinên koçber maye."
Komeleya Pira Gelan der barê jina Sûriyeyî Emanî El-Rehmun a 9 meh ducanî li Sakaryayê hat revandin û tevî kurê wê qetil kirin li komeleyê civîna çapemaniyê pêk anî. Rêvebera komeleyê Zerrîn Kurtoglu Şahîn di civînê de axivî û wiha got: “Hovîtiya zilam a nefret, cudakar, faşîst û kevneperest diparêze, mafê jiyanê neda Emanî û zarokên wê. Emanî û zarokên xwe, li aliyê tu zilamên hov ên bedena jinê weke malîkeya xwe ya desthilatdariyê dibînin ve bi awayê hovane hatin qetil kirin.” Şahîn anî ziman ku ew hezna Emanî û zarokên wê digirin û wiha got: “Her tim koçber rastî bin pê kirinan tên. Ji bo pêşiya vê yekê bê girtin tu gav nehatin avêtin. Ji bedana Emanî ya hat qetilkirin, tenê dengên qêrîniya hewara jinên koçber aliqî ye. Jinên koçber bi salan, li ser sînoran, li cihên kar digerin ku malekê ji xwe re peyda bikin. Li nexweşxaneyan û taxan heqaret li wan tê kirin. Rastî tacîz û tecawizê tên. Em ji xwe şerim dikin ku tundiya zilam a li ser jinê wisan dinava me de bi awayekê şênber tê bi karanîn. Ji ber ku em dizanîn Emanî û zarokên wê bûne qûrbana tundiya zilamên deshilatdar. Ji ber vê yekê em şîna Emanî digirin."