ENQERE - Tezkereya ku OHAL'ê 3 mehan dirêj dike ji Serokê Meclisê re şandin.
Tezkereya ku dema Rewşa Awarte (OHAL) 3 mehan dirêj dike, ji Serokê Meclisê re şandin. Îro Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) civiya û piştî nîqaşan biryar girtin ku OHAL'ê 3 mehên din jî dirêj bikin.
Dema civîna MGK'ê li Qesra Serokomar dewam dikir, di wan saetan de tezkere ji Meclisê re hat şandin û vê yekê bai kişand.
GOTIN 3 MEH, SALEK DERBAS BÛ
OHAL di 20'ê Tîrmeha 2016'an de li ser pêşniyara MGK'ê hatibû îlankirin. OHAL'a ku wê demê hatibû îlankirin, hikumetê aşkera kiribû ku dê OHAL 3 mehan nejo. Lê qasî salekê ye OHAL berdewam dike.