Zara Koç a êşa welidandinê dijî derxistin dadgehê

ÎZMÎR – Di 3'yê Tîrmehê de li Îzmîrê Zara Koç a 9 meh du canî û mexweşa dil, derxistin dadgehê.

Di 3'yê Tîrmehê de li Îzmîrê, di serdagirtinên malan de Zara Koç a 9 meh du canî û nexweşa dil, tevî 12 kesan binçav kiribûn. Zara Koç û 12 kesên ligel wê derxistin dadgehê û di nezaretxaneya edliyê de tên girtin. Zara Koç, hevjînê wê Bekîr Koç, Mehmet Alî Koç, Mehmet Emîn Koç, Mahmut Koç, Habîbe Aksun, Esma Koçhan û hevjînê wê Îmran û birayê wê Mahmut Koçhan, Ahmet Çîçek, Mariyet Çîçek, Mehmet Ehmet ê ji Sûriyeyê û Abdulkadîr Aksu sewqî dadgehê hatin kirin. Li bendê ne 13 kes derkevin pêşberî dozger. Parêzer Mehmet Bayraktar diyar kir ku rewşa kesên binçavkirî başe, lê Koç ji ber du caniye, êşên wê hene.

Bi fermana Serdozgerê Komarê yê Îzmîrê, li navçeyên Torbali û Selçuk ên Îzmîrê û Mêrdînê polîsan di 3’yê Tîrmehê de, bi ser malan de girtibû û 13 kes binçav kiribûn. Bi ishar Koç neşandin nexweşxanê. Koç di hevdîtina bi parêzer re, diyar kiribû ku sanciyên wê hene. Parêzer û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo Koç rakin nexweşxaneyê, serî li rayedaran dabûn, lê tu encam nehat bi dest xistin.