Di xwarina nexweşan de kêzik derket

AMED - Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê xwarin li nexweşan hat belavkirin, di nav xwerinê de kêzik derket

Li Beşa Nexweşên Enfeksiyonê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, xwarin li nexweşan hat belavkirin, di nav xwarinê de kêzik derket. Welatiyê nexweş Mehmet Demîr berî çend rojan xwarina nîvro girt, dema di xwarinê de kêzik dît şok derbas kir. Demîr da zanîn ku dema çorbe danê, wî daye ber kevçiyan û di nav de kêzik derketiye. Demîr rewş ji rayedaran re vegot û hat gotin ku girtek hatiye girtin.

Rêveberiya nexweşxaneyê jî destnîşan kir ku wan der barê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin.