Qedexeya li Nisêbîn û Artukluyê rakirin

MÊRDÎN – Walîtiya Mêrdînkê “Qedexeya derketina kolanan” a li ser 13 gund û 4 gundikên Nisêbînê û 3 gundên girêdayî Artukluyê rakir.

Waliyê Mêrdînê di 10’ê tîrmehê de li ser 13 gund û 4 gundikên girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê “qedexeya derketina derve” îlan kiribû. Hefteyeke li gundan qedexe hebû. Walîtiya Mêrdînê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku qedexeya li ser gundên Arboy, Xirbê Elî, Şolbekir, Sêderiyê, Xerabêmişka, Marînê, Badibê, Îhvo, Bahminin, Efşê, Kayadibi, Geliyê Sora, Merbab, Qutbê, Êlîm û Sekrînê bi dawî bûye.

Dîsa qedexeya li ser gundên Ehmediyê, Kurika Çeto û Qurdisê yên Artukluya Mêrdînê jî ku di 13’ê tîrmehê hatibû îlankirin hat rakirin.