Jina ji qata 5'an ket jiyana xwe ji dest da

MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku li Mîdyadê jina bi navê Şeyma Dogan (21) ku ji ber sedemeke nehat zanîn ji qata 5'an a avahiya lê diman ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Li Taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Mîdydê ya Mêrdînê jina ciwan a bi navê Şeyma Dogan (21) ku şaneşîna mala ku li qata 5’an a lê rûdiniştin ket û bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Piştî ji şaneşîna ku ji erdê 20 metre bilind e ket rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Li gel hemû mudaxileyan jî Doganê jiyana xwe ji dest da û ji bo otopsiyê cenazeyê wê şandina Saziya Tiba Edlî.