ÎZMÎR - Dozger, Zara Koç a 9 meh du canî bi daxwaza girtinê sewqî dadger kir.
Di 3'yê Tîrmehê de li Îzmîrê, di serdagirtinên malan de Zara Koç a 9 meh du canî û nexweşa dil, tevî 12 kesan binçav kiribûn. Zara Koç û 12 kesên ligel wê derxistin dadgehê. Zara Koç, hevjînê wê Bekîr Koç, Mehmet Alî Koç, Mehmet Emîn Koç, Mahmut Koç, Habîbe Aksun, Esma Koçhan û hevjînê wê Îmran û birayê wê Mahmut Koçhan, Ahmet Çîçek, Mariyet Çîçek, Mehmet Ehmet ê ji Sûriyeyê û Abdulkadîr Aksu sewqî dadgehê hatin kirin. 13 kes derkevin pêşberî dozger. Dozger piştî li îfadya wan guhdar kir bi daxwaza girtinê 13 kes bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Teqemenî li ser xwe girtine" sewqî dadgeha Sulh Ceza kirin.