KOCAELÎ - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ya li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin, malbata wê serdana wê kir.
Li Kocaeliyê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ya li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin, malbata wê serdana wê kir. Malbata Yuksekdagê, piştî hevdîtinê li ber girtîgehê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku ji aliyê bavê wê Mevlut Yuksekdag û kekê wê Tarik Saffet Yuksekdag ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku Yuksekdagê silav û hezkirin ji bo hemû gelan şandiye. Bav Yuksekdag wiha axivî:"Rewşa keça min zaf baş bû, tenduristiya wê baş bû. Moralê wê zêde baş bû. Hez û silavên xwe ji bo her kesî verê kir."
Kekê wê Tarik Saffet Yuksekdag jî got, Yuksekdag wiha ji wan re gotiye:"Dibe ku cismê me di hundur de be, lê belê fikra me li derve ye." Yuksekdag destnîşan kir ku, hevserok bang li gelan kiriye û wiha gotiye:"Moralê min baş e, divê yê mirovên li der ve jî baş be."