Li Girtîgeha Wanê pêkanînên korsan

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girtîgeha Wanê, pêkanînên di meriyetê de, şertên tîpa "F" derbas kirine. Zextên li ser girtiyan tên meşandin bi awayekî korsan dikevin meriyetê û şertên girtigehên Tîpa F derbas kirine. Girtî ji gelek mafên xwe yên zagonî û hiqûqî bê par tên hiştin.

Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ku nû hatiye avakirin, bi awayekî zêde bi zext û zordariyî bi ser girtiyan de diçin. Li girtîgehên Wanê ku kapasiteya wan 20 hezar girtî derbas kiriye, gelek girtî bi awayekî keyfî di yek hucreyê de tên girtin. Pêkanînên li girtîgehê serdema darbeya 12'ê Îlonê derbas kirine û girtî ji hemû mafên xwe yên hiqûqî û zagonî bê par tên hiştin. Li Wanê ji xeynî Girtîgehên "Tîpa M" û "Tipa F", Girtîgeha "Tîpa T" û "Ewlehiya Bilind" jî nû hat vekirin. Li girtîgehên Tîpa T û Ewlehiya bilind girtî bi zext û neheqiyên kêfî re rû bi rû ne. Li kampusa girtîgehan her ku diçe hêjmara girtîgehan zêde dibe. Li kampusê piştî Girtîgeha Tîpa F û Tîpa T hatin avakirin, niha jî Girtîgeha Ewlehiya Bilind hat avakirin. Şert û mercên Girtîgeha Ewlehiya Bilind ên "Tîpa F" derbas kirine û şert û mercên wê ji yên "Tîpa F" zaf girantirin. Piştî tîpên F niha jî li Wan û Xerpêtê bi navê "Girtîgeha Ewlehiya Bilind" hatin vekirin. Li van girtîgehên "Ewlehiya Bilind" bi piranî hêjmara kapasiteya odeyan 3 kes in.

GIRTIYÊN SIYASÎ DI NAVA ENDAMÊN DAÎŞ Û FETO DE DIMÎNIN

Li girtîgeha Ewlehiya Bilind ku dişibe "Tîpa Îrlanda ya tecrîda mutleq", du hucreyên ku kesek an du kes lê tên ragirtin û her dem di bin çavdêriyê de ne û tim bi polîtîkayên îzolasyonê re rû bi rû ne. Sirgûnên ku ji ber ceza û kapasîteyê tên kirin jî bêtir li Girtîgeha tîpa T tên ragirtin. Girtiyên dişînin vir jî di hucreyên yek kesî de tên girtin. Di şertên asayî de li şûna girtiyên ku cezayê dîsiplînê li wan hatiye birîn ango girtiyên ku cezayê muebetê li wan hatiye birîndivê li van odeyan bên girtin, niha zêdetîrî 30 girtiyên ku hêj cezayê wan diyar nebûye, bêyî tu hincetan nîşan bidin di hucreyê yek kesî de tên girtin. Tevî ku di gelek odeyên 3 kesan de cih heye û valan ne jî bi hinceta "cih tune" di hucreyên yek kesî de tên girtin. Dîsa li bloka girtiyên siyasî jî girtiyên ji doza (FETO, DAİŞ) tên bi cih kirin. Bi vê yekê polîtîka 12'ê Îlonê ya "Tev li hev bike û aloz bike û aş bike" pêk tînin. Girtiyên siyasî ji ber van pêkaninan li dijî lîstik û provokasyonan dixwazin her kes hişyar û hestiyar tev bigerin.

LI GIRTÎGEHÊ TENÊ QANALEKÊ DIDIN TEMAŞEKIRIN

Li girtîgehê tenê qanaleke TV'yê didin temaşekirin. Zêdeyî 3 meh in ku radyoyê nadin girtiyan. Dema girtî daxwaznameyan ji bo radyo didin jî bi hinceta "Ji midûr bipirsin" taloq dikin. Rayedar jî diyar dikin ku wan xwestiye, lê bi mehan in hêj li benda radyo ne. Dîsa daxwaza girtiyan a abonetiya Rojnameya Rojava Medya tê astengkirin. Bi KHK'ê ji bo her girtiyekî 10 pirtûk bi sînor kirine û destûr nadin ku girtî pirtûkên xwe bi hev bidin guhertin. Pirtûk û kovarên ji derve ji wan re tên şandin jî tên astengkirin. Gelek ji wan bi hinceta qedexe ne tên desteserkirin.

Girtiyên nexweş nayên dermankirin. bi taybeti girtiyên ku 15 -25 salin girti ne û bi nexweşiyên giran yên wekî kronik, pençeşêr, Hepatit B, fitiq epilepsi, felç, tansiyon, dil gelek caran naşînin nexweşxaneyê û revîrê. Di 5'ê Tîrmehê de girtiyê nexweşê epîlepsî Mustafa Sari avêtin hucreya yek kesî.

Girtî di her ketin û derketina girtîgehê de di cîhaza X-Ray'ê re derbas dibin. Xizmên ku diçin hevditinê de jî şopa tiliyê wan tên girtin. Dîsa destûr nadin ku saeta zendê jî têxin hundirê girtîgehê. Odeyên girtiyan 7/24 saetan bi kamerayan tên şopandin. Dîsa dema wan derdixin korîdorê jî pêlavên girtiyan ji piyên wan derdixin û gelek mafên wan ên wekî hevdîtina hevpar û mafê xebatên civakî û sporê jî hatine binpêkirin. Li ser navê tesarifê saet di navbera 21.00-05.00'an de ava girtiyan qut dikin.

Nedim Turfent / Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê – dihaber