'Anîn ber mirinê, paşê berdan'

STENBOL – Girtiyê nexweş Kemal Avci ku di 11’ê Tîrmaha 2016’an de cezayê wî hat taloqkirin û ji girtîgeha Sîlîfkeyê hat berdan, di 7’ê Tîrmehê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Birayê Avci Huseyîn Avci diyar kir ku birayê wî anîn sînorê mirinê û paşê ew berdan û got: “Ji bo girtiyên nexweş nemirin çi ji destê me bê divê em bikin.”

Kemal Avci, di sala 2005'an de li li Stenbolê di operasyonekê de hat binçavkirin û paşê hat girtin. Pêşî Avci şandin Girtîgeha Sagmalcilar û dûre jî sirgûnê Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdag û ya Kandirayê hat kirin. Di sala 2011’an de li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê nexweşîna penceşêra madeyê li Avci peyda bû û hat tehliye kirin. Di sala 2012’an de dema diçû Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Okmeydanê dubare hat binçav kirin û vê carê ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê. Li girtîgehê her çû nexweşîna Avci girantir bû û ji ber vê nexweşînê ji 4 parên madeya wî 3 jê hatin jêkirin û piştî 20 rojan ji nexweşxaneyê dubare ew birin girtîgehê.

Di vê demê de gelek caran xwîn dadiwerivî ser madeya wî û her wiha ji bo Avci û hemû girtiyên nexweş bên berdan kampanyaya "Bila girtiyên nexweş bên berdan, bila Kemal Avci bê berdan” hat destpêkirin. Piştî kampanya bi encam bû, Avci di Tebaxa 2013’ande serbest hat berdan. Avci heya sala 2016’an tedawiya xwe domand. Di Nîsana 2016’an de 12 sal cezayê girtîgehê ku bi îdiaya “Endam û propagandaya rêxistinê” lê hatibû birînd ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat qebûlkirin û dîsa ew girtin û şandin Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa L a Sîlîfkeyê. Li ser gelek serîlêdanan di 11'ê Tîrmeha 2016'an de dîsa hat tehlieykirin û di 7'ê Tîrmehê de li Nexweşxaneya SSK’ê ya Okmeydaniyê jiyana xwe ji dest da.

'BI SALAN HAT TECRÎDKIRIN'

Birayê Huseyîn Avci diyar kir ku birayê wî li girtîgehê bi salan di bin tecrîdê de ma û wiha axivî: “Di encama polîtîkayên tecrîdê de, pençeşêr li madeya birayê min peyda bû. Berî birayê min bikeve girtîgehê siheta wî baş bû. Dema me bihîst birayê min bi pençeşerê ketiye, ji bo bê berdan em tevgeriyan. Di encama piştgiriya dost, hevrê, welatparêz û rêxistinên mafên mirovan de birayê min tehliye bû û tedawiya wî dest pê kir."

'WEKE TEHDÎT HAT DÎTIN'

Avci anî ziman ku di girtîgehê de birayê wî nehat tedawî kirin û wiha got: “Dema birayê min dibirin nexweşxaneyê îşkence û tehde lê dikirin. Desthilatdarî kesên wek Kemal Avci wek ji xwe re wek tehdît didîtin. Sedema ragirtina wî ay li girtîgehê, ew bû ku sekneke wî ya şoreşger û rêxistinkirî hebû. Ji ber vê yeke dewletê ew girt. Dema serbest hat berdan, ji xwe li ber mirinê bû.”

BANGA JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ

Avci dest nîşan kir ku birayê wî ji ber fikrên xwe hat kuştin û wiha bang li raya giştî kir: “Bi sedan girtiyên nexweş, ji bo bijîn li ber xwe didin. Divê em ji bo girtiyên nexweş bitêkoşin û tevbigerin. Ji bo ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest nedin, çi ji destên me bê, divê em bikin.”