Beştaş: Rêziknameyeya hundirîn antî-kurd e

EDENE - Parlementera HDP'ê û huqûqnas Meral Daniş Beştaş, anî ziman ku guherîna rêznameya hundurîn di asasê xwe de pêşniyareke ku mudaxileyî destnedayîna kursiyê ya parlementeran dike û wiha got: "Ev rêznameyeke antî-kurd e. Bi vê re mafên kurdan tên qedexekirin."

Civîna ji bo Pêşniyara Der Barê Guherandina Rêznameya Hundurîn a Meclîsê de ku AKP û MHP ew amade kiribûn û HDP û CHP jî li dijî wê derketibûn, li Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclîsê pêk hat û sewqî komîsyona bin hat kirin. Parlementera HDP'ê ya Edeneyê û huqûqnas Meral Daniş Beştaş, ev pêşniyar nirxand. Beştaş, anî ziman ku ev serdem ne serdema ku der barê rêznameya hundurîn de xebat bên kirin. Beştaş, diyar kir ku diviya niha Meclîs di betlaneyê de bûna, lê belê li ser fermana Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan Meclîs neketiye betlanê û nîqaşên ji bo rêznameyê dest pê kirine.

'WEK KU ŞÎRKETEK BE NÊZÎ MECLÎSÊ DIBIN'

Beştaş, anî ziman ku mebest ji vê rêznameya ku bi tevkariya AKP û MHP'ê hatiye amadekirin, ew e ku Meclîs bê pasîfîzekirin û bi vê pêşniyarê mafê axaftina parlementeran daxistine 3 deqîqeyan û pêşniyarên koman tên astengkirin. Beştaş wiha domand: "Hinceta guherandina rêznameya hundurîm ev e; lez û bezandina xebatên Meclîsê ye. Ji bo qanûn bi lez û bez bên derxistin. A rast wek şîrket û fabrîkayek be nêzî Meclîsê dibin. Girîngiya xebitandina Meclîsê temsîlkirina vîna hemû gelan e."

'MADE LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN IN'

Beştaş, diyar kir ku bi vê pêşniyarê ji sedî 50'yê gelên Tirkiyeyê nayên hesibandin û wiha axivî: "Tu hêleke vê rêznameyê tune ye ku mirov li ser biaxive. A rast pêşniyareke antîdemokratîk, pêşniyareke ku maf û azadiyan sînordar dike û mudaxileyî destnedayîna kursiyê ya parlementeran dike li holê ye. Niha hemû madeyên wê li dijî Qanûna Bingehîn in. Me ev yek di komîsyonê de jî anî ziman. Ferman hatiye dayîn ku divê di nav 10 rojan de bê qedandin. Heta sibehê Meclîs tê xebitandin. Mebest jê bêdengkirina muxalefetê ye."

Beştaş, anî ziman ku piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê, di serdemeke ku OHAL wek darbeyeke siyasî tê domandin de bi guherandina rêznameya hundurîn li hemberî Meclîs darbe hatiye kirin û wiha domand: "Darbe hîn bêtir tê kûrkirin. Azadiya ramanê ya parlementeran ji holê tê rakirin. Bi vê pêşniyara ku MHP anî û AKP ew qebûl kir re, dê ji bo nirxên hevpar ên gelên Tirkiyeyê û axaftinên wê yên têkildarî rabirdûya wê ya dîrokî cezayê pereyî bên birîn. Cezayên pereyî û cezayê bi awayekî demborî derxistina ji Meclîsê. Ev nayê qebûlkirin û sererastkirineke dehşet e."

Beştaş, dest nîşan kir ku dê êdî pênaseyên der avaniya îdarî sûc bên hesibandin û wiha domand: "Dema em bêjin Kurdistan, dema em bêjin bajarên Kurdistanê û dema em bêjin gelê kurd dê derî wan madeyan be. Bi vê guherandinê re tunekirina dîrok û çanda kurdan tê xwestin. Rêznameyeke antî-kurd e. Bi vê yekê tê xwestin ku maf û azadiyên wan bên qedexekirin. Piştî rabirdûyeke sed salî niha heman qedexe anîn meclîsê. Di salên 1940'î de dema welatî bi kurdî diaxivîn cezayê pereyî li wan dihat birîn. Çend roj berê li Meclîsê, ez çend deqîqeyan bi kurdî axivîm. Li wir parlementerekî AKP'î bêhediyeke mezin kir û got 'Dirist biaxive'."

'EV TIŞT NEHATIBÛ AQILÊ KENAN EVREN JÎ'

Beştaş, anî ziman ku ew ê tim bi kurdî biaxivin û her tim hewl bidin ku çanda kurdan zînde bikin û wiha domand: "Bila amûrên postê têxin destê qerewîl û qewasan. Em jî hemû pereyên ku werdigirin bidin wan. Heta bila li Meclîsê jî girtîgehekê çêbikin. Dema parlementerek peyveke ku li xweşa wan neçe bi kar bîne bila wî/ê têxin girtîgeha Meclîsê. Ev pêkanîn Tirkiyeyê 50-60 salan bi paş ve dibe. Ev tişt nehatibû aqilê Kenan Evren jî. Ev tişt nehatibû aqilê darbekarên 60'î jî. Tu darbekar mafê axaftinê yê parlementeran sînordar nekiribûn. Tenê AKP vê yekê dike."

'LÊ DÊ QET BI SER NEKEVIN'

Beştaş, dest nîşan kir ku ew ê bi muxalefeteke çalak li hemberî vê guherînê rawestin û serî li hemû riyên zagonî bidin. Beştaş wiha axivî: "Gotinên serokomar li holê ne. Ma ew desteftiyên kurdan ku bi bedêlên giran bi dest ketin dikarin bi paş ve bên pêçandin? Ev ne pêkan e. Ne gelê kurd vê yekê qebûl dike, ne jî em HDP nêzîkatî û sererastkirineke wisa qebûl dikin. Ji xwe bi vê dixwazin vegera bi paş ve pêk bînin. Lê dê qet bi ser nekevin. Gelê kurd realîteyek e. Li Tirkiyeyê 20 milyon kurd dijîn. Qedexekirina têgehên kurd, Kurdistan û bajarên kurdan pêmijûliyeke ebes e. Li gor îçtihadên dadgeha bilind têgehên ku ne sûc in û wek sûc nayên hesibandin dê li Meclîsê bi cezayê pereyî û şermezarkirinê re rû bi rû bimînin."