Ji Dayikên Aştiyê banga Yekîtiyê

ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê yên Silopiyayê ji bo yekîtiya neteweya kurd bang kirin û gotin "Em nebin yek, em ê tu carî ji xirecira Rojhilata Navîn dernekevin."

Dayikên Aştiyê yên Silopiyayê piştevaniya banga yekîtiya neteweyî kirin. Dayikan got ku, bi salane ku gelê kurd ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe, lê dema ku nebin yek tu wateya vê têkoşînê tune ye.

'RIZGARÎ BI YEKÎTIYA NETEWÎ PÊKAN E'

Dayika Aştiyê Emîne Orûç, anî ziman ku Rojhilata Navîn çiravek e û wiha axivî: "Em gelê kurd li Rojhilata Navîn di nav derya heriyê de têdikoşin. Heke em naxwazin bifetisin û dixwazin ji derya heriyê derkevin, divê em bibin yek. Divê êdî li hemberî bangawaziyên yekîtiya netewî em xwe li nebihîstinê daneyînin. Rizgariya me bi yekîtiyê pêkan e. Divê em vê fêm bikin û vebêjin."

'LI ROJAVA Û TIRKIYEYÊ TÊKOŞÎNA JI BO DEMOKRASIYÊ HEYE'

Orûç, anî ziman ku divê Serokê Herêma Kurdistana Federe guh bide bangawaziya yekîtiya netewî ya KNK'ê û wiha got: "Bang li Barzanî dikim. Êdî bila destê xwe ji vê heriyê bikêşe. Bila destê xwe bide gelê xwe û em bibin yek. Bila dev ji vê siyaseta xwe berde. Kesên dijminahiya gelê kurd dikin divê êdî fêm bikin komkujî, tecawiz, girtin, zext û binçavkirin ne çareserî ye. Kurd li Rojava û Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê têdikoşin. Divê êdî Barzanî berê xwe bide vê têkoşînê û guh bide dengê demokrasiyê."

Dayika Aştiyê Zenep Begenîr anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşeroja neteweyan nexweşîneke têger e û wiha axivî: "Divê êdî Barzanî ji bo yekîtiyê gavekê bavêje. Bila dev ji dijminahiya xwe ya Kurdistanê berde. DAIŞ wek nexweşîneke têger bera bedena Kurdistanê dan. Canên me çûn. Tecawizî jinên me kirin, li bazaran hatin firotin, hatin qetilkirin. Tu tişt nema ku nehat serê me. Lê Barzanî tim temaşe kir. Tu dibêjî ez kurd im, lê li Şengalê te dijminahiya herî mezin li kurdan kir."

'ME KOBANIYÊ BI XWÎNÊ AVA KIR'

Begenîr wiha domand: "Barzanî, êdî pişta xwe nede gelê kurd berê xwe bide wan. Li hemberî rastiya kurdan xwe li nebihîstinê daneyne. Êdî tu û Erdogan dev ji van pêkanînên xwe berdin. Me tim got yekîtî. Ji bo azadiya Kurdistanê û rêberê me bi sedan zarokên me û malên me çûn. Bila fida be. Cîhan şahidî kir. Bila êdî Barzanî ji bo yekîtî û biratiyê gavekî bavêje. Me Kobaniyê bi xwînê ava kir. Niha jî êrîşî Efrînê dikin."

Dayika Aştiyê Besna Ozturk jî wiha got: "Me ne şer ne jî xwîn xwest. Me tim doza aştiyê kir. Dema şer çarhawirdorê me dorpêç kir jî me pes nekir. Lê belê, heta ku em nebin yek em ê bi ser nekevin. Ji bo cîhan me nas bike û wek vînekê bibîne ev rastiyeke bivênevê ye. Rast e, bi salan e em têdikoşin. Ev têkoşîn ne badilhewa ye, lê heke yekîtî hebûna me niha ji zûvde encam wergirtibû."