MELETÎ - 50 roj in Yekîtiya Avdaniyê ya Battalgaziyê avê nade Taxa Dîlekê. Ji ber vê yekê mişmişên li vê taxê hişk bûn. Cotkaran, bertekên nîşan dan û diyar kirin ku yekîtiya avê welatiyan mexdûr dike û ger wisa bidome dê cotkar dev ji çandiniyê berdin."
Li Meletiyê, 50 roj in ku Yekîtiya Avdaniyê ya Battalgaziyê avê nade Taxa Dîlekê û ji ber vê yekê cotkar mexdûr bûne. Keyayê Taxê Osman Karaavci, diyar kir ku ji mişmişan heta nefelê gelek berên cotkaran hişk bûne û wiha got: "Piraniya taxa me qada çandiniyê ye. Ev dar hebûn û tunebûna gelê vir e. Ew jî hişk dibin. Avdaniya vir aîdî Yekîtiya Avdaniyê ya Battalgaziyê ye. Yekîtiya avdaniyê welatiyan mexdûr dike. Îdarevaniyeke wisa nabe. Yekîtî welatî perîşan kirine. Bû 50 roj, lê hîn jî av nehatiye nav van erdan."
AVA REŞ TÊ
Bekir Aslan ku li taxê baxçeyê wî yê mişmişan heye, ragihand ku diviya wî çend meh berê avdanî bikirana, lê belê wî di meha Tîrmehê de avadaniya ewil kiriye û paşê qet av nehatiye. Arslan wiha domand: "Divê êdî walîtî, şaredarî yan jî Yekîtiya Avdaniyê êdî çareseriyekê peyde bikin. Heke wisa biçe dê cotkar dev cotkariyê berdin. Jixwe qezencek me tune ye û bi ser de jî pirsgirêka avê heye. Serê donimê 70 lîreyî distînin. Ev jî bi tena serê xwe pirsgirêk e. Divê rayedar çareseriyekê bibînin û bi debra mirov nelîzin. Dar zer bûne. Ava tê jî tevî bermayiyên pîşesaziyê tevlîhev tê. Aveke reş tê."
NEFEL HIŞK BÛN
Cotkar Memet Karaavci jî anî ziman ku wî 20 donim nefel daniye, lê belê ji ber ku bi mehan e wî nefel av nedaye hişk bûye. Karavci bang li hemû kesên xwedî wijdan kir ku mudaxileyî vê rewşê bikin.
RAYEDAR: ÇARESERÎ BARAN E
Têkildarî mijarê me xwe gihand Belavkarê Avê yê Yekîtiya Avdaniyê ya Battalgaziyê Abdûlvahap Taşçilar û wiha got: "Em avê ji Bendava Çatê werdigirin. Ji ber baran kêm dibare, av baş di golê de kom nebûye. Ji ber vê em nikarin ji bo avdaniyê avê pir peyda bikin. Heman pirsgirêk li taxên li dor bendavê jî heye. Tekane çareserî divê baran baş bibare."