Hevşaredar Tekîner beraet kir

AMED - Rojnamager Hasan Cemal têkildarî qedexeya derketina kolanan a Farqînê bi Hevşaredara Farqînê Zuhal Tekiner re hevpeyvîn çê kiribû. Ji ber gotina "Êdî em ne bi tenê ne" sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Tekîner hatibû birîn. Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê, biryara dadgeha herêmî xera kir û Tekîner beraet kir.

Rojnamager Hasan Cemal têkildarî qedexeya derketina kolanan a Farqîna Amedê de bi Hevşaredara Farqînê Zuhal Tekiner re hevpeyvîn çê kiribû. Ji ber vê hevpeyvînê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye doz li Tekiner hatibû vekirin û sal û 3 meh cezayê girtîgeh lê hatibû birîn. 4'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê cezayê ku dadgeha herêmî li Tekînerê birîbû xera kir.

Hevpeyvîn di malpera nûçeyan a T24'ê de weşiyabû û ji ber hin gotinên xwe yên di hevpeyvîna ku Hasan Cemal pê re kirbû ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve doz lê hatibû vekirin. Doz ji ber van gotinên Tekînerê hatibû vekirin: "Niha em kabîseke ku tu dibê dê qet neqede dijîn. Hîn 9 salî bûm. Li ber çavê min hevalê bavê min ku zaf jê hez dikir hat kuştin. Em wisa mezin bûn. Ez di 9'ê Îlona 1980'yî de çêbûm. Piştî ku çêbûm 3 rojan şûnde derbeya 12'ê Îlonê çêbû. Bavê min, kalê min, apê min ê berastengê zihnî hemû di şevekê de hatin girtin. Niha 35 salî me. Du caran ketim girtîgehê. Cara ewil di sala 1998'an de, wê demê 17 salî bûm. Ya din jî di sala 2011'an de ji ber doza KCK'ê û sal û nîvekê girtî mam. Tirs, belê heye lê tirsa salên 1990'î zêdetir bû. Êdî em ne bi tena serê xwe ne, hêza me ya ku em heta dawiyê bitêkoşin heye."

4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derpêş kiribû ku Tekîner bi gotina xwe ya "hêza me ya ku em heta dawiyê bitêkoşin heye" qesda PKK û KCK'ê kiriye û bi vê yekê "sûc û sûcdar pesinandiye û propagandaya rêxistinê kiriye". Parêzerên Tekînerê îtirazî vê biryara dadgeha herêmî kirin û serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê dan.

Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê îtiraz lêkolîn kir û bi yekdengî biryara dadgeha herêmî ku der barê Tekînerê de dabû xera kir û dosyeya dozê ji dadgeha herêmî re şand. Dadgeha herêmî jî, gotinên Tekînerê di çarçoveya "Azadiya ramanê" de esas girtin û der barê wê de biryara beraetê da.