STENBOL - Ji 10 parazvanên mafên mirovan ên li Buyukadayê di 5'ê Tîrmehê de hatin binçavkirin, jê 6 parazvanên mafên mirovan hatin girtin.
Parazvanên mafên mirovan ên di 5'ê Tîrmehê de li Buyukadaya Stenbolê dema civîn pêk anîn di serdagirtinê de hatin binçavkirin jê 6 heb hatin girtin. Parazvanen mafên mirovan Gunal Kurşun (parêzer, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Îdîl Eser (Endama Şaxa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî), Îlknur Ustun (endama Koalîsyona Jinan), Nalan Erkem (parêzera Komeleya Welatiyan), Nejat Taştan (enama Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Ozlem Dalkiran (endama Komeleya Welatiyan), Şeyhmus Ozbeklî (Endamê Însiyatîfa Heq), Velî Acu (Endamê Komeleya Rojeva Mafên Mirovan) û du perwerdevanên bi navê Peter Steudtner û Alî Gharavî yên hatin binçavkirin piştî 13 rojan di bin çavan de hatin girtin, derxistin edliyê. Piştî îfadeya 8 saetan a li dozgerî û dadgehê, 6 parazvanên mafên mirovan bi îdîaya “alîkarîya rêxistinê" hatin girtin. Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê piştî li îfadeya 10 kesan guhdar kir, der barê Dikertorên Rêxistina Efoya Navneteweyî yê Tirkiye Îdil Eser û Ozlem Dalkiran, Veli Acu, Gunal Kurşun, Ali Garavi û Peter Steudtner bi îdîaya "Alikarî dane rêxistinê" biryara girtinê da.
Parazvanên mafên mirovan Nalan Erkem, Şeyhmus Ozbekli, Nejat Taştan û Îlknur Ustun jî bi şertên kontrola edlî serbest hatin berdan. 4 parazvanên mafên mirovan dê hefteyê 3 rojan îmze bavêjin.