Çalakvana ‘hepsa malê’ Karadag: Sînorê berxwedanê nayê xêzkirin

ENQERE – Mamoste Acun Karadag, ji ber tevlî çalakiyên li Kolana Yukselê bû “hepsa malê” lê hat birîn. Karadag, di qadek 150 metrekareyî de çalakiya xwe berdewam dike wiha got: “Ew nikarin qad û sînorên çalakiyên me xêz bikin. Em ê li her qadê berxwedana xwe dewam bikin.”

Mamoste Acun Karadag a bi KHK di 14’ê mijdara 2016’an de hat îxrackirin ji bo karê xwe paş ve bistîne li Kolana Yuksela Enqereyê tevlî çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” bû. Di 12’ê tîrmehê de “hepsa malê” dan Karadag û hevalên wê. Karadag li hewşa mala xwe dema xwe derbas dike û mêvanên xwe pêşwazî dike. Karadag 6 roj in di nava 150 metroqareyî de digere. Karadag a ji çalakiyên li Yukselê tê nasîn 20 sale mamosteye û ji sala 1998’an vir ve di xebatên sendîqa, têkoşîna kedê û jinê de cih digire. Karadag behsa “hepsa malê” ji dihaber’ê re kir.

‘EWIL CEMAET PIŞT RE JÎ AKP’

Karadag, diyar kir ku dema ew xwendekar bûye xwedî nêrînek çepgir bûye û têkoşînek çalak nedaye meşandin û çîroka wê ya têkoşîna kedê bi endamtiya Egîtîm Senê ya di sala 1998’an de dest pê dike. Karadah anî ziman ku ji roja ew bûye endama sendîkayê di nav gelek çalakiyên têkoşîna kedê de cih girtiye û ew di sala 2011’an de di operasyonek li hember KESK’ê de tê girtin û pişt re tê berdan. Karadah got ku ew ji ber hîncetên “Propagandaya rêxistinê û endamtiya rêxistinê” hatiye girtin û ev tişt got: “Girtina me kumpasa dozger û polîsên cemata Gulen bû.”

Karadag, da zanîn ku ji ber ew tevlî çalakiya li kolana Yukselê bûye destek daye Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça rastî vî cezayî hatiye û êrîşên polîsan li hember wan pêk anîne wek êrîşên li dijî vîna jinê binavkir.

'EW NIKARIN SÎNOR Û QADAN XÊZ BIKIN’

Karadag, destnîşan kir ku piştî cezayê “hepsa malê” lê birîne çalakiya xwe biriye mal û taxê û wiha got: “Ya girîng berxwedan û encam girtine. Aramanca me ew e em vegerin karê xwe û KHK’iyan rawestînin û OHAL’ê rakin. Divê mirov ji bo van armancan bimeşe û têkoşînê xurt bike. Dive ku ev hepsa malê be, zîndan be û riya dadgehê be jî. Ew nikarin sînor û qadên berxwedan û çalakiyên me xêz bikin. Em ê li her deverî li berxwe bidin. Nûrîye û Semîh ev bû du meh di girtîgehê de li berxwe didin û çalakiya greva birçîbûnê jî dewam dikin. Wan serî netewand û dê ji pergala wan re nebêjin erê. Her roj bi dehan kes tên serdana min. Destekek mezin ji bo me heye. Cîranê min jî piştgiriyê didin min. Ez ji yên tên min ziyaret dikin re dibêjim ‘Hatin serbest e lê derketin qedexe ye.’ Ez her roj li hewşê sloganan qîr dikim. 'Nûriye û Semîh ne bi tenê ne’ û ‘Em karê xwe paş de dixwazin.’ Cîranên min jî bi çepikan û îşaretên serkeftinê destek didin min.”

Karadag, her dawî bang mezinkirina çalakiya li Kolana Yukselê kir û got “Em berxwedana Yukselê bi tenê nehêlin.”