Hevşaredarên Qereyaziyê hatin girtin

ERZIROM- Hevşaredarên Şaredariya Qereyaziyê Zeynep Han Bîngol û Mehmet Saît Karabakan hatin girtin.

Di operasyona 6'ê kanûnê ya li dijî şaredariyên DBP'î de, hevşaredarên Şaredariya Qereyaziya Erziromê Zeynep Han Bîngol û Mehmet Saît Karabakan ên hatibûn binçavkirin, piştî karên li Muduriyeta Polîsan a Bajêr sewqî Edlieya Erziromê hatin kirin. Hevşaredarên ji aliyê dozgeriyê ve bi tawanbariyên "Endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" girtina wan hat xwestin, ji aliyê heyeta dadgehê ve bi heman hincetê hatin girtin.

Ji hevşaredaran Karabakan şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê û Han jî şandin Girtîgeha Tîpa E a Erziromê.

Di satên ku hevşaredarên hatinbûn binçavkirin de, qeyûm tayînî şaredariya hatibû kirin.