COLEMÊRG – Necmettîn Fendîk ê li Geverê polîsan di serdegirtina malê de birîndar kir jiyana xwe ji dest da.
Polîsan duh li taxa Gungor a navçey Gevera Colemêrgê bi ser mala Necmettîn Fendîk de girt û Fendîk guleran kir. Fendîk ê bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Fendîk ê li Nexweşxaneya Geverê dihat dermankirin tevlî hemû mudaxeleya bijîşkan jî nehat rizgarkirin. Xizmên Fendîk yên ku agahiya mirina wî bihîstin herikîn ber nexweşxaneyê. Der barê definkirina cenazeyê Fendîk de agahiyên zelal nehatin bi destxistin. Bijîşkan ji malbatê re got ku dema duh Fendîk anîne nexweşxanê rewşa wî giran bûye û şansê rizgarkirina wî hindik bûye. Bijîşkan ji malbatê re da xuyakirin ku gule di sîngê de derbasî hûndir bûne û lebatên hûndir perçe kirine.
Heta niha di derbarê kuştina Fendîk de Midûriyeta Polîsan a Geverê, Qeymeqamiya Geverê û Walîtiya Colemêrgê tu daxuyaniyek nedaye raya giştî.