Nûçegîhanê me Alayumat û Akman 5 rojin di bin çavan dene

HATAY - Nûçegîhanê dîhaberê Erdogan Alayumat û Nuri Akman, ku li ser "gumanê" 5 roj berê hatin binçavkirin, hêj li Midûriyeta Polisan a Hatayê di bin çavan de ne. Rojnameger Zekî Erdem ku di 11'ê Tîrmehê de hatibû binçavkirin, 8 roj û Mehmet Emîn Yilmaz ku di 13'ê Tîrmehê de hatibû binçavkirin jî 6 rojin di bin çavan de ye.

Nûçegîhanên me dihaberê Erdogan Alayumat û Nurî Akman dema li ser sînorê Dîlok û Hatayê nûçe dişopandin, bi hincetên wekî "Gumanbar in" hatin binçavkirin, 5 roj in di bin çavan de ne.

Rojnamegerên ku hatin binçavkirin, li Îslahyeyê teslîmî Şaxa TEM'ê ya Hatayê kirin û ew birin navenda Hatayê. Ajansa Anadolu (AA) û Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) bi sernavên wekî "PKK'iyên ku lêgerîna wan hebûn hatin girtin" nûçeyên xwe serwîs kirin û ev pêkanîna wan a ku rojnameger hedef nîşan dan, ji hêla gelek sendîkayan ve hat şermezarkirin. Hin malperên ku nûçe bi heman şêweyî weşandin, li ser bertekan neçar man nûçeyên xwe paşve kişandin. Parêzerê nûçegîhanên me Suphî zarîf, da zanîn ku an îro, an jî sibê de rojnamegeran derxin dozgeriyê.

ROJNAMEGER ZEKÎ ERDEM 8 ROJIN DI BIN ÇAVAN DE YE

Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demorasî Zekî Erdem di 11'ê Tîrmehê de dema ji Edeneyê diçû Amedê li Sîweregê di kontrola rê de hat binçavkirin, 8 rojin hêj di bin çavan de ye. Erdem, li Salona Sporê ya Lîseya Sabiha Ozlek ya Rihayê ku wekî navenda binçavkirinê ye tê rawestandin. Parêzerên ku xwestin bi Erdem re hevditin bikin hi binceta der barê dosyaya Erdem de biryara veşartinê heye nekaribûn bi Erdem re hevdîtin bikin. Prz. Mîkail Yavuz diyar kir ku bi hinceta OHAL'ê heta wekî parêzerê xwe bang neke nikare biçe hevdîtin bike. Yavuz, anî ziman ku polîs heta 15 rojan dikarin di bin çavan de bihêlin û der barê dosyayê de biryara veşartinê heye. Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya Mehmet Emin Yilmaz jî di 13'ê Tîrmehê de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û 6 rojin hêj di bin çavan de tê girtin.