MÊRSÎN - Şaredariya Akdenîzê ya ku bi rêya qeyûm hat xespkirin, Hevşaredar Yuksel Mutlu û Hevserokê HDP'a Mêrsînê Sadun Dogan jî di nav de 15 ji wan girtî, doza 34 kesan dê sibê bê dîtin. Jinan bang kir ku her kes piştgiriyê bide dozê.
Di 24'ê Kanûna 2016'an de li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Şaredariya Akdenîzê operasyon hatibû destpêkirin û gelek kes hatibûn binçavkirin û ji wan 15 kes hatibûn girtin. Doza ku Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu û Hevserokê HDP'a Mêrsînê Sadun Dogan jî di nav de, 34 kes tên darizandin, dê li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê bê dîtin. Welatiyiyê bi navê bi navê abdulkerim Tîmur bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye, 33 kesên din jî bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" tên darizandin.
Di îdianameyê de tê gotin ku Sdun Dogan û Yuksel Mutliu di navbera salên 2014-15 û 16'an de tev li merasîmên cenazeyan bûne û hemû çalakiyên demokratîk wekî sûc tên dîtin.
'ÊRÎŞA LI DIJÎ JINAN E'
Hevseroka HDP'a Mêrsînê Hatîce Şahîn banga piştgiriyê kir û da zanîn ku operasyona siyasî li dijî partiya wan e û wiha axivî: "Operasyona despêkê li dijî hevşaredarên me pêk hat. Di vê de jî tê dîtin ku êrîş li dijî jinan pêk hatiye."
Şahîn aşkera kir ku mudaxaleya destpêkê li dijî siyaseta jinê pêk hatiye û pergala hevserokatiyê hedef hatiye girtin û wiha pê de çû: "Hevalên me yên jin rojeva bajêr diyar dikirin, wan ev hezim nekir û destkeftiyên wan xesp kirin. Wekî ku şer li dijî jinan îlan bikin, êrîşê saziyên jinan kirin."
'TEHMÛLÊ TÊKOŞÎNA JINÊ NEKIRIN'
Endama Meclisa Şaredariya Akdenîzê Canan Yuce jî diyar kir ku piştî qeyûm hatine tayînkirin, 7 meh e ji ber îdianameyeke vik û vala siysetmedar di girtîgehê de ne û wiha axivî: "Ev girtin ji bo rê li qeyûman vekin pêk hatin. Li gorî xwe tevdîran digirin. Bi tayebtî bi girtina hevşaredara me re, niyeta xwe ya li dijî têkoşîna jinê diyar kirin."
Yuce bang li jinan kir ku her kes xwedî li vîna xwe derkeve.