STENBOL - Midura Karê Nivîsê ya Kovara Ozgur Halkê Hulya Karakaya serbest hat berdan.
Doza Midura Karê Nivîsê ya Kovara Ozgur Halkê Hulya Karakaya ya li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Karakaya li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî dozê bû.
Piştî tespîta nasnameyê rûniştinê dest pê kir, biryara îdianameyê hat xwendin.
Karakaya aşkera kir ku ew Midura Karê Nivîsê ya Kovara Ozgur Halkê ye, di sala 2016'an de ji ber karê midurtiyê li Amed û Êlihê bûye. Sûcên der barê xwe de qebûl nekir û beraeta xwe xwest.
Parêzerê Karakaya Ozcan Kiliç jî tehliyeya miwekîla xwe xwest.
Heyeta dadgehê dem girtina Karkaya, delîl û wesfên derbarê wê de li ber çavan girt, qedexeya derketina derveyê wela da û bi şertê kontrola edlî serbest berdan.
Doza Karakaya taloqî 26'ê Kanûnê hat kirin.