MÊRDÎN – Doza Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a girtî tê darizandin hat dîtin. Heyetê Yildirim dîsa berneda û doz taloqî 22’ê îlonê kir.
Doza Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulser Yildirim ya girtî tê darizandin, li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Yildirim, ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Sîncanê girtî ye, tevlêbûna bi riya SEGBİS’ê red kir. Li gel malbata Yildirim Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan û Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, rêvebir û endamên HDP’ê yên Mêrdînê tevlî runiştinê bûn. Piştî tespîtkirina nasnameyan runiştin destpêkir. Ji ber sedema axaftinên Yildirim ên bi telefonê bi kurdî kirîn li Zanîngeha Artukluyê nehatine wergerkirin, ji bo qeyda axaftinên Yildirim li meclîsê kirî bên amedekirin runiştina dozê taloqî 22’ê îlonê kir.