Dozger daxwaza parezerên Ocalan bi lez red kir

STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozger bi lez bersîv da û daxwaza parêzeran red kir

Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Çiçek û Serbay Koklu ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozger bi lez bersîv da û bi hinceta "Keştî xerabe ye, daxwaza parêzeran red kir.

Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi hincetên cur be cur ên wekîe "muxalefeta hewayê", "Keştî xerabe ye" personel ne amade ne" nikarin biçin Îmraliyê û nikarin hevditin bikin.