Dê binerin ka hişê kujerê Halîde li serê wî ye?

STENBOL - Heyeta dadgeha doza kujerê Halîde Ozpolat Alî Riza Ozpolat, bi hinceta "Dê binerin ka hişê wî ne li serê wî ye ya na" taloq kirin.

10'emîn rûniştina doza kujer Alî Riza Ozpolat ê Halîde Ozpolat kuşt û cezayê girtîgehê yê heta heta jê tê xwestin li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayana Stenbol hat dîtin. Di rûniştina dozê de zarokên Halîde Ozpolat a hat kuştin û parêzerên wê amade bûn. Dadgehê di rûniştina berê de der barê Ozpolat de, ji bo "ka hişê kujer li serê wî ye ya na" ji Daîreya Îhtîsas a Çavdêriya ATK'ê rapor xestibû. Ji ber ku rapor amade nebûbû, doz hat taloq kirin. Kujer Alî Riza Ozpolat 10 rûniştine parastina "Hijê min ne li serê min e" dike. Heyeta dadgehê ji bo "Daîreya Îhtîsas a Çavdêriyê ya ATK ku Ozpolat bişopîn e" rûniştina dozê taloqî 8 Îlonê kir.