Baydemîr: Bila canê derbeya bi apolet jî û ya bi qiravat jî li dojehê be

ENQERE – Berdervê HDP'ê Osman Baydemîr di civîna koma partiya xwe de axivî û wiha got: "Encama derbeya ji apoletan hatiye û ya ji qiravatan hatiye jî li holê ye. Ji ber wê canê derbeya bi apolet jî û ya bi qiravat jî li dozehê be."

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr, di kom civîna partiya xwe de axivî û der barê geşedanên di rojevê de nirxandin kirin. Baydemîr aşkera kir ku 257 roj e ew bê hevserokên partiya xwe civîna koma partiya xwe pêk tînin û wiha got: "Peywira van nîqaşên çareseriyê ne para min, para Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bû."

LI STENBOLÊ KARESATA LÊHIYÊ

Baydemîr bal kişand ser karesata lêhiyê ya li Stenbolê jî û wiha axivî: "20 sal e ev bajarê qedîm ji hêla hikumetê ve tê bi rêvebirin. Careke din hat dîtin ku ranta herî mezin bi polîtîkayên hikumetê derketin holê. Wê li lehiyê mêze kin û bêjin ku ji vê HES'ek baş derdikeve. An jî li Venedîkê mêzekin dê bêjin 'Me Stenbol kir wekî Venedîkê'. Fatûreya wê dîsa ji welatiyên Stenbolê dê bê derxistin."

'HESABÊN HIN DERBEYÊN DIN HAT KIRIN'

Baydemîr di salvegera Komkujiya Pirsûsê de, kesên hatin qetilkirin jî bi bîr anî û got ku "Bi hişmendiya AKP-DAIŞ'ê" komkujî pêk hatiye û wiha pê de çû: "Bi ser komkujiyê re du sal derbas bû, hêj kujer derneketine holê. Yek gaveke erênî nehatiye avêtin. Mexdûrên ku ji dadgehê re gotin 'Em dixwazin bibin mudahîlê dozê', dadgehê bersiva 'We zerareke çawa dîtiye?' da kesên mexdûr. Ev pirsa dijî aqilan e. Di hişmendiya wan de, heke hûn mexdûrê êrîşê bin, divê hûn jiyana xwe ji dest bidin. Hişmendiya wê rojê, di hişmendiya darêzê ya îro de xwe dide der. Qedandin pêvajoya Pirsûsê, destpêka pêvjoya şer e. Di heman demê de pêvajoya qetilkirina du polîsên li Serêkaniyê ye. Kujer berhemê her du kumkujiyan e. Kujer sedema heman berhemê ne. Kesên bi xwîn û hêstirên çavan desthilatdariya xwe qayîm kirine, ji wê desthilatdariyê tu xêr nedîtine, dê ji we re jî xêr neyê, hûnê bibînin. Me bi dehan caran got ku bila Pirsûs û Serêkniyê bê zelalkirin, cihê ku desthilatdarî guh bide dengê muxalefetê, li pey hesabê derbeyên din e."

‘BILA CANÊ HERDUYAN JÎ LI DOJEHÊ BE'

Baydemîr bal kişand ser derbeya 15'ê Tîrmehê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke cunt bi ser biketa, me dizanibû dê polîtîkayeke çawa li benda welat bûya, em ji 12'ê Îlonê dizanin, cuntaya ku bi ser neket, gav bi gav ji hêla AKP'ê ve pêk tê. Di 20'ê Tîrmehê de rejîma OHAL'ê dest pê kir. Dema derbe bi ser neket, wan bi xwe got ku 'Ev lutfeke Xwedê bû' û derbeya xwe pêk tînin. Ew lîderên ku li dijî vê derbeyê deklarasyon dane, avêtina wan a girtîgehê îxaneta herî mezin e. Heke derbe bi ser keta, dê hevserokên me dîsa di girtîgehê de bûna. Derbeya ji apoletan hatiye û ya ji qiravatan hatiye encama wê li holê ye. Ji ber wê jî canê derbeya apolet jî û ya bi qiravat jî li dozehê be."