DAIŞ'ê serê 5 welatiyan jê kir

KERKÛK- DAIŞ'ê êrîşî gundên tirkmen û ereban ên navçeya Dubizê ya Kerkûkê kir û serê 5 welatiyan jêkirin.

DAIŞ'ê êrîşî gundê Çirax ê navçeya Dubîz a bakurê Kerkûkê kir û 5 kes kuştin. Şaredarê Dubizê Abdulla Nuraldin der barê mijarê de agahî da û wiha got: "Îro danê sibê komeke DAIŞ'ê bi

ser gundê Çirax de girtin û 5 welatiyên gund gulebaran kirin. Yek ji kesên hat kuştin, muxtarê gund Sînan Îsmaîl Mehmûd e. Du kesên hatin kuştin jî bira Qeyser Salih Hesen û

Talib Salih Hesen e. Du kesên din jî xizmên hevin." Nûredîn da zanîn ku koma DAIŞ'ê wesayîteke bombebarkirî di nav gund de hiştin û polîsên Kerkûkê wesayîta bombekarkirî îmha kir. Piraniya nîştecihên gundê Çirax a navçeya Dûbizê ya Kerkûkê tirkmen û ereb in.

SÊ WELATIYAN BIRÎN

Têkildarî bûyerê Berdevkê Asayîşa Dubiz Şemal Mihemed ji ROJNEWS'ê re ragihand ku komek çekdarên nenas bi nepenî ketine nav gundê Çirax yê girêdayî navçeya Dubiz a Kerkûkê, muxtarê gund jî di nav de, serê 5 welatiyan birîn. Şemal Mihemed got: “Li gorî gotinên xizmên qurbaniya hejmara çekdaran 13 kes bûn û piştî bûyerê reviyane. Me jî dest bi xebatên girtina wan kiriye."