Dayika Rojnameger Alayumat: Kurê min rojnameger e

HATAY - Nûçegîhanê dîhaberê Nuri Akman û Erdogan Alayumat 5 rojin di bin çavan de tên girtin. Dayika rojnameger Erdoğan Alayumat bi destûra dozger bi kurê xwe re hevdîtin kir. Alayumat di hevdîtinê de ji diya xwe re got "Di bin çavan de wêneyê ku eleqeya min pê tune nîşanî min dan. Ez tenê di odeyekê de me. Hevalê min ne li kêleka min e. Rewşa me baş e."


Nûçegîhanên me dihaberê Erdogan Alayumat û Nurî Akman dema li ser sînorê Dîlok û Hatayê nûçe dişopandin, bi hincetên wekî "Gumanbar in" hatin binçavkirin, 5 roj in di bin çavan de ne.

Nûçegîhanê dîhaberê Nuri Akman û Erdogan Alayumat ku 5 rojin di bin çavan de tên girtin bi parêzerê xwe Suphî Zarif re hevdîtin kirin. Prz. Zarif, diyar kir ku der barê dosya rojnamegeran de biryara veşartinê heye û bi sucdariya “endamê rêxistinê" tên tawanbarkirin. Prz. Zarif, anî ziman ku ew nizanin çima muwekilê wan bi "endamtiya rêxistinê" tên tawanbarkirin û wiha got: "Alayumat û Akman rewşa wan baş in, silavê wan ji hevalên wan en rojnameger re hebû.

NÛÇEGÎHANÊN ME DI YEK HUCREYÊ DE TEN GIRTIN

Dayika rojnameger Erdoğan Alayumat Turkan Alayumat jî bi destûra dozger bi kurê xwe re hevdîtin kir. Alayumat di hevdîtinê de ji diya xwe re got "Hêj îfadeya me negirtine. Di bin çavan de wêneyê ku eleqeya min pê tune nîşanî min dan. Ez tenê di odeyekê de me. Hevalê min ne li kêleka min e. Rewşa me baş e. Hemû hevalên me silav bike. Min tu tawanbariya li ser xwe qebûl nekir. Di demek nêzîk de li bendê ye me derxin dozgeriyê." Kurê min di yek hucreyê de tê girtin. Hevalê wî neli gel wî heye.

KURÊ MIN ROJNAMEGER E

Dayik Alayumat, diyar kir ku polîsan jêre gotiye “Kurê te çi karî dike. Ji karê xwe pere distîne ya na. Min jî got kurê min rojnameger e. Ji karê xwe pere qezenç dike. Polîs piştre serê xwe li min hejand. Min got kurê min rojnameger e û karê xwe dike."

Alayumat û Akman kengî derkevin pêşberî dozgeriyê ne diyar e.