Rojnameger Dogru hat darizandin

SAKARYA - Rûniştina doza Rojnameger û nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Muhammet Dogru hat dîtin û taloqî 31'ê Cotmehê kir.

Rûniştina doza nûçegîhanê DİHA ya hat girtin Muhammet Dogru, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sakarya hat dîtin. Serokê dadgehê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tev li rûniştina dozê nebû. Dadger Eyüp Balta serokatiya rûniştinê kir. Parêzerê Dogru Muhammet Işik, beşdarî rûniştinê bû û ji dadger xwest ku kontrola edlî ji ser Dogru rakin. Heyata dadgehê jî daxwaza parêzer red kir û ji bo dozger mutalayê bide doz taloqî 31'ê Cotmeha 2017'an kir.