ÊLIH - Der barê parlementerên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Saadet Becerîklî de bi hinceta beşdarî daxuyaniya ji bo komkujiya Gara Enqereyê bûne doz hatibû vekirin. Bi hinceta beşdarî danişîna vê dozê nebûne, der barê her du wekîlên HDP'î de biryara girtinê hat dayîn.
Der barê parlementerên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Saadet Becerîklî de bi hinceta li Êlihê beşdarî daxuyaniya ji bo komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê bûne, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Başaran û Becerîklî beşdarî danişîna doza ku li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin de nebûn.
Piştî parêziya parêzerên wekîlan, heyeta dadgehê biryara xwe ya navberiyî daxuyand û der barê her Becerîklî û Başaran ku tevlî danişînê nebûn de biryara girtinê