AMED - Li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli ku di 14'ê Tîrmehê de hatibû tehliyekirin de biryara girtinê hat dayîn.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, îtirazî tehliyekirina Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Abdullah Bal ku di 14'ê Tîrmehê de hatibûn tehliyekirin kir. Dozgerê danişîna 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê daxwaznameya îtirazê da 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê. Dozger, di daxwaznameyê de derpêş kir ku biryara tehlieykirinê derî usûlê ye û xwest ku der barê Anli û Bal de dubare biryara girtinê bê dayîn.
Dadgehê îtiraza dozger nirxand û qebûl kir. Li ser vê dadgehê, biryara "zevtkirina" Anli û Bal da.