COLEMÊRG - Necmettîn Fendîk ku li Geverê polîsan di serdegirtina malê de ew kuştin, dê sibê serê sibehê bê definkirin.
Îro danê sibehê polîsan li Taxa Gongor a Gevera Colemêrgê bi ser malekê de girtin û di serdegirtinê de Necmettîn Fendîk kuştibûn. Dê sibê serê sibehê Fendîk bê definkirin. Cenazeyê Fendîkê ku bi giranî ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê şandibûn Nexweşxaneya Lêkolînê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Wanê. Piştî karên otopsiyê cenaze dubare anîn navçeyê.
Cenazeyê Fendîk li Mizgefta Taxa Kişlayê tê rawestandin û dê sibê serê sibehê li goristana li Taxa Ormanê ye bê definkirin.