Hamzaoglu: Mirov ji CHP'ê heviyan bike dê têkeve depresyonê

STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû, balê kişand ser bêdengiya ku piştî mîtînga Edaletê xwe daye der û wiha got: "Heke mirov tenê ji CHP'ê hêviya hin tiştan bike, dê ev mirov ber bi depresyonê ve bibe. Divê sosyalîst pêşengiya daxwaza edaletê bikin." Her wiha Hamzaoglû ji bo OHAL'ê jî wiha got: "Divê kesên ku derdê wan bi faşîzmê re heye di 20'ê Tîrmehê de li kuçeyan bin."

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû, pêvajoya Mîtînga Edaletê, pêvajoya ku piştî mîtîngê xwe daye der û bêdengiya CHP'ê û geşedanên heyî nirxandin.

Hamzaoglû, diyar kir ku rewşa beriya Meşa Edaletê derketibû holê, dema referandûmê û bi pêvajoya 16'ê Nîsanê bi derhuqûqiya xwe li Tirkiyeyê bûye sedema pêşveçûyîna muxalefeta civakiyî û wiha got: "Me di 16'ê Nîsanê de partiya muxalefeta sereke dît. Dema girseya CHP'ê li ber YSK'ê kom bû, rêveberên partiya muxalefeta sereke girse ber bi malên wan ve şandin. Hat diyarkirin ku ev nêzîkatî şaş e. Baykalê ku peywira rihetkirina bloka îktîdara ku tengijîbû wergirtiye careke din derket ser dikê. Bi awayekî neyekser nîşan da ku divê ji bo hilbijartina 2019'an amadekariyên çawa bên kirin û bi vê re xwest encama referandûmê rewa nîşan bide. Piştî referandûmê alîgirên 'Na'yê pêvajoya 1'ê Gulanê derbas kirin. Ev yek ji hêlekê ve wek ezmûnekê bû. Muxalefeta civakiyî ya derket holê, eniya Na'yê nîşan da ku organîzasyonek divê. Dînamîka sereke ya meseleya meşê jî tam li ser vê rûnişt. Bi pêvajoya referandûmê kamil bû, hat ser hişê xwe. Ev rewş ne rewşeke ku bi meşeke ji xweber derketiye holê."

Hamzaoglû, diyar kir ku li hemberî dîmeneke wisa pirsa ku meş çawa derket holê pirsek biqîmet e û wiha axivî: "Rêveberiya vê partiya ku li gel ewqas neheqî û derhuqûqiyan jî şeva 16'ê Gulanê herkesî vexwand hundur, çi bû ku daketina 'kuçeyan' hat bîra wê. Wisa difikirim ku têkiliya vê yekê bi biryara dadgehê re tune ye. Dibe ku biryara dadgehê tenê ji bo sepandina vê fealiyetê bûbe hinceteke rewa. Mumkun e ku mirov wisa jî bifikire; mihraqeke ku li dor bloka îktîdarê kom bûye, dixwaze di sala 2019'an de li Tirkiyeyê amadekariyên pêşengekî nû bikin. Serokê partiya muxalefeta sereke, ku ji bilî serokatiya partiyekê tu wesfekî wî tune ye, xwestin wî wek pêşengekî nîşan bidin. A rast ji bo 2019'an mirov dikare vê meşê wek guherandina nobetê bibîne. Yanî ev meş di 15'ê hezîrana 2017'an de ji aliyê kesekî ve, ji bo daxwazekê û ji bo kesekî hat destpêkirin. Bila kes nebêje ku niyet ne ev e. Çimkî, bi awayekî şênber rewş ev rewş bû. Lê belê hîn hefteyek temam nebû, meş ji rewşa meşa kesekî derket. Daxwaza edaletê guherî, demildest veguherî daxwaza edaletê ya her kesî."

'EW 10 MADE GIRÎNG BÛN'

Hamzaoglû mîtînga CHP'ê ku di 24'ê Tîrmeha 2016'an de li Taksîmê li dar xistibû jî bi bîr anî û dest nîşan kir ku ew mîtîng mîtîngeke xerab bû û peyamên ku li wir hatin dayîn ne li gor bendewariyên Tirkiyeyê bûn. Hamzaoglû, anî ziman ku lê belê daxwazên 10 madeyî yên li mîtînga Maltepeyê hatin xwendin, her çi qas "sergrtî, şermoke û fihêtkar" bin jî peyamên girîng dan û wiha got: "Li gel kêmasiyên xwe jî, divê mirov girîngiyê bide temamiya metnê. Di wê mîtîngê de kursî û heycana ji bo kursiyê jî kêm bû."

‘DIVÊ LEZANA PÊŞVEÇÛYÎNA CIVAKIYÎ NEYÊ WINDAKIRIN'

Hamzaoglû, CHP'ê rexne kir û got ku peyama ku di 9'ê Tîrmehê de da û diyar kir ku dê bibe destpêkek, lê belê piştî 9'ê Tîrmehê heta niha tu tişt dernektine holê. Hamzaoglû wiha domand: "Serokê muxalefeta sereke bi vê meşê ji bo partiya xwe veguherî pêşengekî. Pêvajoya ji niha û pêve ji bo me girîng e. Em ber bi 20'ê Tîrmehê ve diçin, lê belê kes ji bo vê tiştekî nabêje. Çimkî, di vê serdemê de pêşveçûyîneke civakiyî heye, divê leza vê pêşveçûyînê neyê windakirin. Heke ev ber bi bêdengî û westdariyê ve biçe, rîska ku dê dîsa çûyîna ber bi depresiyonê ve xwe bide der. Halbûkî di dema vê meşê de bloka îktîdarê 15-20 rojan nikaribû li welat rojeveke din diyar bike. Yanî tengijî bû. Diviya di serdemek wisa de hemû muxalefeta Tirkiyeyê berê xwe bidana îktîdarê. Divê berê tîrê bidanan îktîdarê. Hedefa vê pêşveçûyîna muxalefeta civakiyî divê wek bloka îktîdarê bê nîşandan. Sedem û sersedemê ku heta niha em winda dikin ev e."

‘DIVÊ KESÊN DERDÊ WAN BI FAŞÎZMÊ RE HEBE DI 20'Ê TÎRMEHÊ DE LI KUÇEYAN BIN'

Hamzaoglû, diyar kir ku dê di 20'ê Tîrmehê de sala OHAL'ê biqede û wiha got: "Li gor min divê fealiyetên muxalefetê yên li hemberî bîranîn û dijberiya 20'ê Tîrmehê li kuçeyan bin. Di heman demê de dê ev yek rê li ber tevgerîna bi hev re ya muxalefta Tirkiyeyê vebike. Heke îro li Tirkiyeyê faşîzm hebe, nexwe ev têkoşîneke hevpar divê. Divê kesên derdê wan bi vê faşîzmê re heye di 20'ê Tîrmehê de li kueçyan bin. Divê 20'ê Tîrmehê wek meşeke destpêkê ya serketina kesên winda kirine bê organîzekirin."

‘DIVÊ SOSYALÎST PÊŞENGTIYÊ BIKIN'

Hamzaoglû, diyar kir ku li Tirkiyeyê muxalefeta sosyalîst di hilbijartinên 1973 û 1977'an de li pişt CHP-Ecevît ketine rêzê û divê ji niha û pêve hêviya kesî jê tune be, heke hebe dê ev bibe cihê şaşiyeke mezin û wiha domand: "Divê pêşengiya vê meşê ji demokratên civakî derbasî hêza sosyalîst bibe. Divê ev bi pevçûnekê çênebe. Ne di ser rêveberiyê, lê divê di ser alîgiran re xebatek bê meşandin. Divê êdî ji wê rewşa ku wek amûrekî tê kişandin bê derxistin. Li Tirkiyeyê pêdivî bi partiyeke civakî û demokrat heye, lê belê heke hêleke ku vê partiyê ber bi sosyalîzmê ve nekişîne tune be, dê wek gerînekên behran her tiştî têxe nav çepera xwe û winda bike. Berê ev tişt hatibû serê me. Divê çepgir û sosyalîstên Tirkiyeyê dersê ji vê yekê derxînin û hewl bidin ku partî ber bi çepgiriyê ve biçe. Divê li dijî faşîzmê çepgirî bê pêşvexistin û ya ku dê vê yekîtiyê peyde bike jî kuçe ne."

‘HEKE MIROV TENÊ HÊVIYÊ JI CHP'Ê BIKE, DÊ MIROV BER BI DEPRESYONÊ VE BIBE'

Hamzaoglû, anî ziman ku heke mirov tenê hêvî ji CHP'ê bike û bendewariya "Muxalefeta sereke çi bike em ê jî li gor wê pozîsyona xwe diyar bikin" dê mirov ber bi westdarî û depresyonê ve bibe. Hamzaoglû wiha domand: "Bereksê westdariyê ji bo domandina pêşveçûyînê divê kuçe bi dest kevin, meclîsên Na û yên din bên çalakirin û ji bo hêsankirina mezinbûna wan xebat divê. Di destpêka vê meşê de pêşî li Parka Maçkayê çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin. Dema alîgirên Na'yê li parkê cihê xwe girtin, kesên meş bi rê ve dibirin fikirîn ku dê veguhere Geziyê û ji ber vê mekan guhertin û birin ber Girtîgeha Maltepeyê. Divê li gor taybetmendiyên erdnîgariya Tirkiyeyê awayên çalakiyên kuçeyan bên organîzekirin. Mesela wek nobetên berxwedana Hezîranê. Nobetên li cihên serdêriyê dibin. Divê li gor rewşa taybet a herêman çalakî bên lidarxistin. Ji çalakiyên wek hev ên di heman dem û kêliyê de wirdetir, heke li her derî çalakiyên cuda bên lidarxistin dê girîngtir be. Divê amûr û navgînên ku her kesî daxilî nav xwe bike bên bikaranîn."

Çend roj berê di slavegera hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê de Serokomar Erdogan û Tansû Çîller di heman kareyê de cih girtin. Hamzaoglû ji bo vê yekê jî wiha got: "Çîller sembolek e. Ne şexsiyeteke ku ji nav dewletê hatibe. Kadroyên ku di dema Çîllerê de xebitîn kadroyên komkujiyan, kiryar neidyaran e. Her wiha Çîller di dema merasîma vekirina Bank Asyayê de jî hebû. Divê mirov wisa bifikire ku bi tecrûbeyên xwe yên komkujiyan hatine gel hev. Ji ber ku dê vê pêk bînin wisa dibêjim. Yanî dibêjim neyta wan ev e. Pêkanîn an jî nepêkanîna wan di dest me de ye û îro di dest wan de derfeteke wisa tune ye."

Necla Demir / Elif Çetiner - dihaber