AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan, got ku ji bo DBP di serdema nû de perspektîfa xweserî û neteweya demokratîk vebêje, dê xebata "ronakbûn û zanistê" bi rê ve bibe. Aslan, dest nîşan kir ku dê kadroyên pêşengiya siyaseta demokratîk bikin bigihînin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevseroka Giştî Sebahat Tûncel jî di nav de li gel ku 72 şaredarên û nêzî 4 hezar endamên wê girtîne û qeyûm tayînî 86 şaredariyên wê hatine kirin jî 4'emîn Kongreya Asayî li darxist. Kongre di 9'ê Tîrmehê de li Enqereyê hat lidarxistin û Sebahat Tûncel a girtî û Mehmet Aslan hevserokên giştî hatin hilbijartin. Hevserok Arslan pêvajoya kongreyê nirxand û xebat û mîsyona DBP'ê ya serdema nû vegot.
Aslan, anî ziman ku ew di pêvajoyeke ku pêkanînên antîdemokratîk zêde bûne de ber bi kongreyê ve çûn û wiha got: "DBP bêyî ku hevserokên wê yên giştî hebin 4'emîn Kongreya Asayî li darxist. Ji ber ev demeke Birêz Sebahat Tûncel girtiye, ne li ser fealiyetên partiyê bû û ji ber ku cezayên giran li Birêz Kamûran Yuksek hatin birîn, ew jî ji ber bernameya xwe li Ewropayê ye û nikaribû bê Tirkiyeyê. Yanî ji mecbûrî derî fealiyetên partiyê û siyasetê man. Gelek endamên me yên MYK û Meclîsa Partiyê girtîne û bi çewisandinan re rû bi rû ne. DBP, di her 3 kongreyên xwe yên dawî de jî xweşikî peywira xwe bi cih neanî. Çimkî piştî kongreyan bi demeke kurt, DBP bi derhuqûqiyên AKP'ê re rû bi rû dima." Arslan, got ku li gel her tiştî jî wan bi hemû delege û endamên xwe bi xwesteka ku di çarçoveya rol û mîsyona partiyê de fealiyetên xwe bi rê ve bibin bi dirûşmeya "Bi Civaka Serwext Ber bi Pêşerojeke Azad ve" kongreya xwe li dar xistine.
'DÊ XEBATÊN RONAKBÛN Û ZANISTÊ BÊN BIRÊVEBIRIN'
Aslan, diyar kir ku di rojên pêş de ji bo hemû hewldanên AKP'ê yên bêerkkirina qada siyasetê li valahiyê derxînin ew ê girîngiyê bidin xebatên "ronakbûn û zanistê". Arslan, girtina siyasetmedarên kurd jî bi bîr xist û dest nîşan kir ku wek peywir û berprisiyariyê wan gihandina kadroyên ku dê pêşengiya siyaseta demokratîk bikin wergirtiye ser milê xwe.
'ÇARESERÎ XWESERIYA DEMOKRATÎK Û NETEWEYA DEMOKRATÎK E'
Aslan bal kişand ser xebatên "ronakbûn û zanistê" ku dê bi rê ve bibin û got ku, bernameya partiya wan di çarçoveyeke ku pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin fealiyetan bi rê ve dibe. Aslan, diyar kir ku ji ber pêkanînên antîdemokratîk ên li Tirkiyeyê ew wisa difikirin ku tekane çareserî pirsgirêka kurd e û ev jî bes bi projeya xweseriya demokratîk dikare bê çareserkirin. Arslan wiha domand: "Hem hişmendî hem jî pêvajoya pêşvexistina awayê rêveberiya xweseriya demokratîk, a rast em ê di civakê de wek fealiyeta ronakbûyînê esas bigirin û birêxistin bikin. Tişta em jêr e dibêin xweseriya demokratîk çî ye, dê çawa bê rêxistinkirin, dê pêdiviyên wê yên civakî çawa bên peydekirin û dê pêwendiya wê ya bi dewletê re çi be û hwd. Pêşvexistina vê hişmendiyê dê ji bo me fealiyeta ronakbûyînê be. Têkoşîna me têkoşîneke azadî û statuyî ye. Dê bi vê re gotin û pirsên ku tim tên gotin û kirin 'Kurd çi dixwazin?', 'Gelo armanca kurda veqetandine, dabeşkirin e?' bên ravekirin."
'EM Ê LI DIJÎ FERASETA FAŞÎST TIM BITÊKOŞIN'
Herî dawî Aslan, dest nîşan kir ku dê DBP li dijî hemû polîtîkayên çewisandin û tepisandinê tim bitêkoşe û wiha axivî: "AKP çi qas hewl bide ku DBP, HDP û saziyên kurdan ên din bê erk bihêle jî, divê li hemberî vê em ji berê bêtir bitêkoşin. Em ê xebatên xwe di vê çarçoveyê de bi rê ve bibin. Dibe ku polîtîkayên çewisandin û tepisandinê yên AKP'ê îro nahêle em bi rihetî xebatên xwe bi rê ve bibin an jî bi derengî dixîne. Lê ev nikare wê ezma giştî ya têkoşîna me bi paş ve bixîne. Nikare me ji qada têkoşînê derxîne. Ev nabe sedema ku kurd dev ji têkoşîna maf û azadiyên xwe berdin. Bereksê wê divê ezma têkoşîn û rêxistinbûyînî ya kurdan xurtir bike. Li ser vî asasî heke ji bo têkoşînê duh sedemek bû, îro ji ber van pêkanînên faşîst ên AKP'ê hincetên têkoşîna me zêdetir bûne. Divê ji bo vê em li her qadê hişmendiya rêxistinbûyînê bi pêş ve bixin û ji bo şikandina vê feraseta faşîst ku hem li gelê kurd hem jî li gelê Tirkiyeyê ferz dike em bitêkoşin."
Cihan Başakçioglu - dihaber